​​​​​​​Balafirên Rûsyayê li baregeha leşkerên Tirk a li çiyayê Şêx Berekat da

Balafireke şer a Rûsyayê  baregeha artêşa Tirk a dagirker a li çiyayê Şêx Berekat ê li beramberî Efrînê kir hedef.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê li baregeha leşkerên Tirk a li çiyayê Şêx Berekat da
17 îlon, 2021   16:20
ŞEHBA

Balafireke şer a Rûsyayê baregeha leşkerên Tirk a dagirker a li çiyayê Şêx Berekat ê navçeya Daret Îze yê gundewarê rojavayê Helebê kir hedef. Çiyayê Şêx Berekat ji rêzeçiyayên Lêlûn ê li beramberî navçeya Şêrawayê ye.

Li gorî çavkaniyan, baregeh a herî mezin li herêmê ye û bi 6 derbeyan hate hedefkrin.

Çavkaniyan diyar kir ku bomebebaran, hewmwextî civîna fermandarên çeteyên Heyet Terhrîr El-Şam û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li navenda burcên peywendyên telefonên destan û înternêta Tirk pêk hat.

31'ê meha borî jî balafirên şer ên Rûsya navenda perwerdeyê ya çeteyan a li gundê Îska yê Şêrawayê bomebebaran kir.

ANHA