​​​​​​​FGSK'ê xwest ku kujerên Şukrî Serhed werin cezakirin

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê (F.G.S. K) bang li saziyên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê kir ku kujerê şehîd Şukrî Serhed werin cezakirin û got: “Divê rê neyê dayîn êdî Silêmaniyê bibe malbenda qetilrkirina dijberên rejîma Erdogan.”

​​​​​​​FGSK'ê xwest ku kujerên Şukrî Serhed werin cezakirin
17 îlon, 2021   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê têkildarî  şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû Silêmaniyê, îro saet 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

 ‘DI NAVA 48 SAETAN DE DU BÛYERÊN TERORÎSTÎ’

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di nava 48 saetan de li Silêmaniyê MÎT’a Tirk du kiryarên terorîstî kir. Saziya sîxûriya welatên dagerên Kurdistanê di qetilkirina xebarên Kurd de berdewam dikin. Girtiyê siyasî û têkoşerê Kurd Yasîn Bulut nasnav heval Şukrîu Serhed îro berî nîvro li Silêmaniyê hate qetilkirin.

Saziya Îstixbareta Tirk di qetilkirina xabatbarên Kurd ên her çar parçeyên Kurd de berwerdan dike. Di nava 48 saetan de li Silêmaniyê 2 kiryarên terorîstiyê kiriye.

Duh welatparêzê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Ferhad Bariş Kondu li Silêmaniyê di encama êrişek terorîstî de birîndar bû. Îro jî Girtiyê Siyasî yê kevin û xebatkarek mezin ê Bakurê Kurdistanê Şukrî Serhed di temenê 64 saliyê de hate qetilkirin.”

‘DIVÊ SILÊMANÎ NEBE MALBENDA QETILKIRINA DIJBERÊ ERDOGAN’

Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê daxwaz ji saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê kir ku kujerê şehîd Şukrî Serhed werin cezakirin û got: “Divê rê neyê dayîn êdî Silêmaniyê bibe malbenda qetilrkirina dijberên rejîma Erdogan. Erka Saziya Ewlehiya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê ye ku welatiyên parçeyên din ên Kurdistanê ku nîştecihê Herêma Kurdistanê bûne biparêze û sînorekê ji bo saziyên sîxûrên Îran û Tirkiyeyê bigire. Divê dawî li van zîncîre qetilkirina were. Êdî nehîlin Silêmanî bibe malbenda qetilkirina dijberên rejîma Erdogan.

Hezar sival ji bo ruhê pak ê Şehîd Şukrî Serhed û hemû şehîdên rêya azadiyê. Hêviya şifayê ji welaparêz Ferhad Bariş Kondu re dixwazin.”