Li Til Hemîsê Pêşbirka 4'emîn a Hespên Esîl li dar ket

Bi beşdarbûna 150 hespên esîl, Pêşbirka 4'emîn a Hespan li navçeya Til Hemîsê li dar ket.

Li Til Hemîsê Pêşbirka 4'emîn a Hespên Esîl li dar ket
16 îlon, 2021   14:08
QAMIŞLO

Bi armanca parastina adatên dîrokî yên herêmê, Pêşbirka 4'emîn a Hespan li navçeya Til Hemîsê bi beşdarbûna 150 hespên esîl li dar ket.

Pêşbirk ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo ve bi amadebûna girseyeke mezin ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Pêşbirk ji 8 qonaxan pê dihat, beza hespan di navbera hezar heya hezar û 600 mîtreyan bû.

Di dawiyê de sê astên destpêkê yên serkftî hatin xelatkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/52Sm__sbR6o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>