Li Qamişloyê zarokek bi guleyeke bêserûber hate kuştin

Duh êvarê zarokê bi navê Îdrîs Hisên bi guleyeke bêserûber jiyana xwe ji dest da.

Li Qamişloyê zarokek bi guleyeke bêserûber hate kuştin
16 îlon, 2021   06:30
QAMIŞLO

Xizmên Îdrîs Hisên ê 11 salî, got dema ku ew li nêzî stasyona benzînê ya Kornîş a li nêzî taxa Cûdî bûye, ku ji bo nan bikire derketiye, guleyek li serê wî ketiye.

Duh çeteyên Dîfa El-Wetenî, di dema rakirina cenazeyê şêxê eşîra Tay Mihemed El-Faris de bi çekên sivik û giran gule barandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh zarokek û ciwanek dema ku li bazara penîr bûn, li navenda Qamişlo hemwextî rakirina cenazeyê Mihemed El-Faris, bi guleyên bêserûber birîndar bûn. Piştre ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyê.

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RmgcpyI0l-A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>