HAT`ê li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êvara çarşemê bi operasyoneke serdegirtinê li bejahiya Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê girt û çek û alavên pê re desteser kirin.

HAT`ê li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê girt
16 îlon, 2021   10:37
DÊRAZOR 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku di 15`ê Îlonê de, hêzên taybet (HAT) ên girêdayî wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî  bi ser cihekî serçeteyekî rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst a herêma Dêrazorê girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di berdewamiyê de got: "Hêzên me yên taybet (HAT) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê El-Şehîl ê bejahiya Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê ku karê leşkerkirinê di nava rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de dikir, girt. Hate piştraskirin ku ew secrete beşdarî kiryarên terorîstî bûye û karê şaneyên terorîst hêsan dikir û plansaziya operasyonên kuştinê dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin çek û avalên ji bo çandina mayînan û kuştinê yên bi serçete re, hatine desteserkirin.

ANHA