Bijîşkekî nexweşiyên sîng gel ji belavbûna bi lez a Koronayê hişyar kir

Bijîşkekî nexweşiyên sîng bang li şêniyan kir ku xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin û li ser belavbûna bi lez a pêla çaremîn a vîrusa Koronayê hişyarî da.

Bijîşkekî nexweşiyên sîng gel ji belavbûna bi lez a Koronayê hişyar kir
16 îlon, 2021   08:01
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Ruxmî ku gelek cureyên derziyên antîvirus derketin, lê dîsa jî bi milyonan welatî bûn qurbanî û welatên cîhanê nikarin rê li belavbûna Koronyê bigirin.

Li gorî daneyên dawîn, heta niha li cîhanê 219 milyon kes bi vîrusê ketine û zêdetirî 4 milyon kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, 23 hezar û 285 kes bi vîrusê ketine, 812 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 26 kes jî baş bûne.

Yekane rêbazê xweparastina ji vîrusê ew e ku welatî li gorî tedbîrên aliyên tenduristiyê tevbigerin, dûrî kombûnê bikevin û li paqijiya xwe baldar bin.

Lê dîsa jî şêniyên bajarê Qamişlo li gorî tedbîrên tenduristiyê tevnagerin, şênî li sûkan tijî ne.

ꞌEM ÎRO DÛR BIKEVIN DA SIBE EM BICIVINꞌ

Rêzan Mihemed ku li bazara Qamişlo digeriya û tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê bi cih anîbû, ji ajansa me re axivî û got: "Ruxmî ku bi milyonan kes bi vîrusê mirine û nexweş ketine, lê dîsa jî gelek welatî dibêjin ku vîrus tune ye, di rastiyê de divê em li tenduristiya xwe hişyar bin û xwe biparêzin. Ger me xwe parast, em ê malbat û civaka xwe jî biparêzin. Em îro dûr bikevin da ku sibe li hev bicivin."

Rêzan Mihemed wiha axaftina xwe dewam kir: "A baş em maskan li xwe bikin, ji ber ku me ji vîrusê diparêzin. Ger nexweşî bi me re jî hebe, kesên derdorê ji xeteriya vîrusê diparêze." Mihemed bang li welatiyan kir ku maskan li xwe bikin, li paqijiya xwe hişyar bin û heta ji destên we were dûrî kombûnan bikevin.

Welatiya bi navê Buşra Ubêd axivî û bang li hemû welatiyan kirku dûrî kombûnan bikevin û ev tişt got: "Divê welatî zêde bi kesên derdora xwe re nedin û nestînin, tedbîrên kesayetî û paqijiyê pêk bînin da ku xwe ji vîrusê biparêzin."

ꞌKOMBÛYÎN SEDEMEK JI SEDEMÊN BELAVBÛNA VÎRUSÊ YEꞌ

Têkildarî tedbîrên ku divê welatî li gorî wan tev bigerin, welatiyê bi navê Îlyas Kirîvo wiha axivî: "Em bi rêya lixwekirina maskan xwe diparêzin û dema vedigerin malê jî; her tim destên xwe bi avê û sabûnê dişon."

Îlyas Kirîvo bang li Rêveberiya Xweser kir ku bi rêya reklaman û belavokan welatiyan hişyar bikin.

Her wiha bang li şaneya aloziyê kir ku bi hemû awayan kombûnan qedexe bike, di heman demê de bang li welatiyan kir ku xwe biparêzin û dema danûstanan bi kesên derdora xwe re bikin, dûrî hev bikevin.

ꞌEV PÊL ZÛ BELAV DIBEꞌ

Têkildarî cudatiya vê pêlê ji pêlên din, Dr. Sead Hiso yê nexweşiyên hundirîn û sîng ji ajansa me re axivî û got: "Ger mirov vê pêlê bi pêlên din re hevrû bike, mirov dibîne ku nîşaneyên wê heta astekê li ser menfesê û sîng sivik e, lê bandorê li roviyan dike û dihêle ku hestî biêşin û laş jî sist bibe."

Hiso da zanîn ku pêla çarem a vîrusê, zêde di nav welatiyan de belav dibe, nexasim di nav zarokan de û wiha dewam kir: "Nîşaneyên ku çêdibin; verişîn, kuxikeke sivik, navçûn, lê cihêwaziyek û taybetmendiyên nû yên vîrusê tune ne."

Dr.Hiso têkildarî tedbîrên xweparastinê ev nirxandin kir: "Gelek gelên cîhanê tedbîrên qedexeya ku hikumetên wan ragihandin, red kirin, li dijî wê derketin û baweriya xwe bi tedbîran neanîn, lê dema ku nexweş ketin, pêk anîn."

Hiso diyar kir ku çareya xweparastina ji vîrusê, di lixwexistina derziyê de ye û ev lê zêde kir: "Têkiliyên min bi hemû bijîşkên li derveyî welat re hene, dibêjin ku hejmara miriyan û nexweşan piştî aşlekirinê kêm bûye, ev jî tê wateya ku sûdweriyeke mezin a derziyê li ser mirovên ku li xwe dixin, heye."

Cara yekemîn Çileya 2019`an vîrusa Koronayê li Çînê derket û nîşaneyê wê jî ev in; ta, kuxika ziwa, herikandina poz, îltîhaba qirikê, êşa serî û astengiyên di nefeskişandinê de.

(eh)

ANHA