Li Helebê yekemîn dibistana bi materyalên Rêveberiya Xweser waneyan dide, vebû

KPC-D’ê li Helebê yekemîn dibistana ku tê de waneyên bi materyalên Rêveberiya Xweser tên dayîn, vekir. Hejmara xwendekarên ku navê xwe li dibistanê qeyd kiriye 600 e, lê qeyd berdewam in.

Li Helebê yekemîn dibistana bi materyalên Rêveberiya Xweser waneyan dide, vebû
Li Helebê yekemîn dibistana bi materyalên Rêveberiya Xweser waneyan dide, vebû
Li Helebê yekemîn dibistana bi materyalên Rêveberiya Xweser waneyan dide, vebû
Li Helebê yekemîn dibistana bi materyalên Rêveberiya Xweser waneyan dide, vebû
17 îlon, 2021   06:54
HELEB - MIHEMED EBDO ‎

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ‎li Helebê yekemîn dibistana bi navê şehîd Qehreman Efrîn vekir ku tê de materyalên Rêveberiya Xweser ên bi zimanên erebî û kurdî tên dayîn.‎

Dibistan li Kolana Mizgefta Mezin a Şêxmeqsûdê ye. Komîteyê dibistan ji bermahiyên şer paqij kir û ji nû ve restore kir.  ‎

Kadroya perwerdeyê ya dibistanê ji 40 mamosteyan pêk tê. Ev mamoste dê zêdetirî 600 ‎xwendekarên refên seretayî, navîn û amedehî perwerde bikin.‎

Ji bo ku xebatên perwerdeyê baş bên meşandin KPC-D’ê servîs ji xwendekaran re bê pere dabîn kir, pênûs û lênûsk li xwendekaran belav kirin.

Li gorî endamê rêveber ê KPC-D’ê Mihemed Behrî, dibistan di 5`ê Îlonê de hat vekirin. Behrî da zanîn beriya vekirina dibistanê wan bi tevlêbûna meclis û komînan hemleyên ravekirina girîngiya zimanê dayikê di nava şêniyên taxê de li dar xistine.

Behrî piştrast kir ku ji bo ku fêrkirina materyalên Rêveberiya Xweser ên zimanên kurdî û erebî ‎ wan hemû derfetên pêwîst peyda kirin û wiha got: "Di materyalên Rêveberiya Xweser de cudahiyeke balkêş heye, ew jî tê de du madeyên girîng hene; jineolojî û çand û sinc."

Behrî bang li şêniyan kir û ev tişt got: "Divê zarokên we bi zimanê dayikê fêr bibin da ku civak li gorî ‎qonaxa heyî bi pêş bikeve."‎

Behrî spasiya xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman û xebatkarên wê kir, ji ber ku firsendek peyda bû ku zarok li gorî materyalên demokratîk dûrî rêbazên lêdanê û şîdetê fêrî zimanê dayikê bibin.

Li gorî Behrî, KPC-D’ê dê şahiyeke bi boneya vekirina dibistanê li dar bixe.‎

Hêjayî gotinê ye ku li Dibistana Şehîd Qehreman berê perwerde bi ‎zimanê kurdî dihat dayîn, lê belê îsal bi zimanên kurdî û erebî li gorî materyalên ‎Rêveberiya Xweser hat vekirin. ‎

‏(‏dm)

ANHA