​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çavê Erebistana Siûdî li S-400’an e

Rojnameyên erebî vê sibê behsa hewldana Erebistana Siûdî ku çekên Rûsyayê bikire, rewşa Filistînê û aloziya bendava Nehdayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çavê Erebistana Siûdî li S-400’an e
16 îlon, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÇAVÊ EREBISTANA SIÛDÎ LI PERGALA S-400’AN E’

Rojnameya El-Ereb têkildarî vekişandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çekên xwe ji Erebistana Siûdî wiha nivisî: “Çavkaniyên aghadar bi bîr xist ku Erebistana Siûdî hewl dide li şûna pergala parastinê THAAD û Patriot ên ku Washingotinê vê mehê ji nuqteyên stratejîk kişandine, berdêleke din bi dest bixe. Çavê wê jî li pergala S-400 a Rûsyayê ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Erebistana Siûdî desteyeke taybet a pêşxistina pergala parastinê ava kiriye û karê vê saziyên eşkere nekiriye. Lê xuya ye ku dê bi awayekî cidî tev bigere da ku çekên pêşketî bi dest bixe da ku hevsengiya leşkerî ya li herêmê biparêze, nexasim bi Îranê re ku gelek caran ewlehiya wê binpê kir.

Di dirêjahiya çend salên dawîn de Hûsî dronên bombebarkirî li dijî Erebistana Siûdî bi kar tînin. Îranê jî sala 2019`an bi awayekî rasterast bi rêya milîsên xwe moşek avêtin kargehên Ebqîq ên petrolê.

Çavdêrên rewşa Kendavê texmîn dikin ku Erebistana Siûdî dê berê xwe bide Rûsyayê, ji ber ku halê hazir berdêla mentiqî ya yekane pergala S-400 a Rûsyayê ye.”

‘KOCHAVI: HEKE BÊ XWESTIN EM Ê SER CENÎNÊ DE BIGIRIN’

Têkildarî dîlgiriyên filistînî yên ku ji girtîgeha Celbû revîne, rojanmeya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serfermandarê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi duh (çarşem) gef xwar ku heke dîlgirtî bigihêjin bajêr, dê bi artêşê derbasî Cenînê bibe da ku wan bigire.

Kochavi di hevdîtinekê de li gel Kanala 12 a Îsraîlê de got: “Ji lêpirsîna bi dîlgirtiyê bi navê Zekeriye Zubeydî re diyar bû ku dîlgirtiyan plan kiriye biçin Cenînê. Îhtîmal heye ku herî kêm dîlgirtiyek bi rastî gihaştibe wir. Heke ev hat piştrastkirin, artêş amade ye derbasî bajêr bibe heta ku ev yek bandorê li herêmên din ên Dîfa Xerbiyê yan jî Xezayê bike.”

‘MECLISA EWLEHIYÊ JI BO KU DAN Û STANDINÊN NEHDAYÊ JI NÛ VE DEST PÊ BKIN, BANG KIR’

Der barê bendava Nehdayê de rojanemya El-Beyan wiha nivisî: “Meclisa Ewlehiyê duh bang li aliyên doza bendava Nehdayê kir ku ji nû ve bi navbeynkariya Yekitiya Afrîkayê dest bi dan û standinên têkildarî bendavê bikin.

Meclisê pêwîstiya pêkanîna vegera li lihevkirina 2015`an destnîşan kir.

Di çend mehên dawîn de asta nakokiya li ser bendavê di navbera Etiyopya li aliyekê û Misir û Sûdanê li aliyê din, zêde bû. Piştî ku Adîs Ababa ragihand ku dê careke din dest bi dagirtina gola bendavê kiriye.

Misir û Sûdanê bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku qanûnekê deyne da ku ev pirsgirêk çareser bibe. Etiyopyayê jî piştrast kir ku Yekitiya Afrîkayê dikare vê mijarê çareser bike.”

(şx)