Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Derayê topbaran kir

Piştî hedefgirtina erebeyeke leşkerî, hêzên hikumeta Şamê bajarokê El-Feqî yê gundewarê bakurê Derayê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Derayê topbaran kir
15 îlon, 2021   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê yên li foca 89 a li bajarokê Cibab ê bakurê gundewarê Derayê bi cih bûne bajarokê El-Feqî yê gundewarê bakurê Derayê topbaran kir.

Li gorî SOHR`ê beriya topbaranê, li derdora bajarokê El-Feqî bombeyek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya û di encamê de gelek endamên Firqeya 9`an birîndar bûn.

(şx)