Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn

Li Qamişloyê di encama avêtina guleyên bêserûber de ji aliyê endamên Dîfa El-Wetenî ve di merasîma oxirkirina şêx qebîleya Tay Mihemed El-Fars de, ciwanek û zarokek birîndar bûn.

Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn
Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn
Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn
Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn
Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn
Li Qamişloyê ji ber guleyên bêserûber ciwanek û zarokek birîndar bûn
15 îlon, 2021   14:28
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku li sûka penîr û mast a naverasta Qamişloyê ciwanê bi navê Mihemed Xalid Elî ji destê xwe û zarokê bi navê Amed Feysel ji lingê xwe birîndar bûn.

Her wiha hat ragihandin ku ciwan û zarokê navborî hemwextî avêtina guleyan ji aliyê endamên Dîfa El-Wetenî ve di merasîma oxirkirina şêx qebîleya Tay Mihemed El-Fars de birîndar bûn.

Li gorî kadroya tenduristiyê ya nexweşxaneya Nafiz rewşa ciwan û zarokê navborî baş bûye piştî ku gule ji laşê wan hat derxistin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TtqS3Od5mqk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>