Piştî Dera El-Beled û Yadûdê, Rûsya û hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Mizêrîb

Hêzên Rûsya û komîteya ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Mizêrîb da ku rewşa çekdaran çareser bikin, çekan werbigirin û li malan lêgerînê pêk bînin.

Piştî Dera El-Beled û Yadûdê, Rûsya û hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Mizêrîb
15 îlon, 2021   12:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), şanedeyeke leşkerî ya Rûsya tevî komîteya ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Mizêrîb ê rojavayê Derayê.

Li gorî lihevkirinê, dê rewşa çekdarên xwecihî û yên xizmeta leşkertiyê ji hikumeta Şamê re nekirin, were çareserkirin. Her wiha dê li hin malan lêgerîn pêk bê û çek bên wergirtin.

Tê payîn ku ev yek li bajarok û gundên ên rojavayê Derayê jî pêk were.

(cx)