Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana Kobanê ya dîrokî silav kir

Bi boneya heftemîn salvegera destpêkirina êrişên DAIŞ li dijî Kobanê di 15'ê Îlonê sala 2014'an de, Rêveberiya Xweser li herêma Firatê daxuyaniyek da. Her wiha şêniyên Til Birakê meşek lidar xistin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana Kobanê ya dîrokî silav kir
15 îlon, 2021   12:42
KOBANÊ

Bi amadebûna bi dehan rêveberên herêmê daxuyanî ji hêla hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Firatê, bi zimanê erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"15'ê Îlonê heftemîn salvegera êrişên hêza herî hov a terorîstên tundrew li dijî kantona Kobanê ye. Tevî kêmbûna derfetan jî, berxwedana Kobanê hêza xwe ya têkbirina terorê ji hemû cîhanê re îsbat kir. Bi saya berxwedana Kobanê li hember rêxistina terorî ya herî bihêz a ku ji hêla mirovahiyê ve tê zanîn, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.

Li ser axa berxwedêr a Kobanê, yekem car yekîtiya refên kurdî pêk hat. Bi armanca parastina nirx û destkeftiyên vî gelî, ciwanên Kurd ji beşên cuda yên Kurdistanê kom bûn, da ku beşdarî berxwedana serdemê bibin. "

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Berxwedana me li Kobanê di 26'ê Çileyê sala 2015'an de bi ser ket, ev serkeftin li seranserê cîhanê deng veda.  Em bang li civata navneteweyî dikin ku piştgiriyê bide Hêzên Sûriya Demokratîk da ku çeteyên DAIŞ`ê yên li girtîgehan werin darizandin û şaneyên terorê bên tunekirin. Em hêvî dikin piştgirîdayîna berxwedana Kobanê ya li hemberî hêzên tundraw , berdewam bike û li hemberî xeteriya dewleta Tirk ku gefê li herêmên me dixwe, were sekinandin.”

LI TIL BIRAKÊ XWEPÊŞANDAN: KOBANÊ JI TEVAHÎ CÎHANÊ RE BÛ SEMBOLA BERXWEDANÊ

Şêniyên navçeya Til Birakê jî di salvegera 7`emîn a destpêkirina êrişên DAIŞ`ê li ser Kobanê, xwepêşandanek li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji çerxerêya Firinê dest pê kir û heta çerxerêya şehîdan dewam kir.

Li wê derê, endama rêveberiya Meclisa Navçeya Til Birakê Ferhe El-Bekir axivî û diyar kir ku bi saya YPG/YPJ wan piştî 134 rojên dorpêç û berxwedanê, herêm hate rizgarkirin û Kobanê ji tevahî cîhanê re veguherî sembola berxwedanê.

(dx- cx)

ANHA