Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlên xwe bibînin îro dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
14 îlon, 2021   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, ji bo ku miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Dozgeriya Tirk bi hinceta 'Nexşerêyê'', ku Ocalan sala 2009'an dabû Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), 23'yê Îlona 2020'an 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû. Parêzerên ku serlêdanên wan nehatin bersivandin, Çileya bihurî hîn bûn ku 'cezayê disîplînê' dane rêber Abdullah Ocalan. Li gelu 23'yê Adarê qedexe qediya jî bersivê nadin serlêdanên parêzeran.