Hêzên hikumeta Şamê herêmên Hemayê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê gelek deverên li Sehil El-Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir. Her wiha balafirên şer ên Rûsya jî êrişên derdora herêma Darit Iza ya li gundewarê rojavayê Helebê, bombebaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Hemayê topbaran kir
14 îlon, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê, herêmên li Qahîre û Mensûra yên li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.

Di vê navberê de, balafirên şer ên Rûsya di roja sêyemîn de derdora herêma herêma Darit Iza ya gundewarê rojavayê Helebê, bombebaran dike.

(dx)