‘Tecrîd sûc e, li dijî sûc jî têkoşîn divê’

Nivîskaran bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û got “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û tenê bi têkoşîna topyekûn di asta herêmî û gerdûnî de dikare were têkbirin û ji bo vê jî divê li her derê berxwedan hebe.”

‘Tecrîd sûc e, li dijî sûc jî têkoşîn divê’
14 îlon, 2021   00:46
QAMIŞLO

Nivîskaran da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê hatiye ferzkirin encama tirsa ji bîrdozî û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Başûr jî encama vê tirsê ne û bang li her kesî kir ku têkoşînê geş bikin.

/kr/uploads/files/2021/09/13/190055_hasan-zaza.webp

Nivîskar Hesen Zaza diyar kir ku tecrîd gefê li tenduristî û ewlehiya rêber Abdullah Ocalan dixwe û got: “Dewleta Tirk bi rêya tecrîda li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan binpê kir. Tu hinceteke mirovî û exlaqî ya tecrîda li ser rêber Apo nîn e. Lê belê fikrên Rêbertî û projeya neteweya demokratîk binyata netewedewletê ku bloka avakirina kapîtalîzmê ye, pûç dike.”

‘NETEWEYA DEMOKRATÎK PERGALA DEMOKRATÎK A GELAN E’

Hesen Zaza destnîşan kir ku pergala neteweya demokratîk çareseriya sereke ya krîz û kaosa heyî ye û wiha axivî: "Projeya ku li ser vê bingehê hat pêşxistin, dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Sîstema cîhanî li hemberî vê tecrîda dermirovî bê deng dimîne, ji ber ku fikrên Rêbertî û sîstema demokratîk a ku bi pêş xistiye, ji bo serwerî û berjewendiyên xwe wek xetere dibîne. Bi vî rengî nîşan didin bê ka çawa di nava komploya navneteweyî de cih digirin."

Zaza diyar kir ku tecrîd encax bi têkoşîneke berfireh biqede, her wiha banga têkoşîna li dijî tecrîdê kir û wiha dewam kir: "Divê hemû mirovahî li ber vê tecrîdê rabe. Divê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji bo Rêbertî dakevin qadan. Ew lîderek e ku ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn berdêl dane û ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn tê dikoşe."

'HER GOTINEKE RÊBER OCALAN ŞOREŞEK AFIRAND'

/kr/uploads/files/2021/09/13/190119_xalis-misewer.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê nivîskar Xalis Misewir jî diyar kir ku dewleta Tirk ji fikrên Abdullah Ocalan gelekî ditirse û ji ber vê yekê tecrîdê giran dike û got: "Kapîtalîstên ku rêber Abdullah Ocalan di nava çar dîwaran de heps kirin, digot dê rê li ber fikrên Rêbertî bigirin. Lê şaş bûn. Her gotineke Rêbertî şoreşeke nû afirand."

'KESÎ BI QASÎ RÊBER OCALAN XEMA AZADIYA JINAN NEXWAR'

Misewir diyar kir ku tu rêberekî bi qasî rêber Abdullah Ocalan îşaret bi girîngiya azadiya jinan nekiriye û got:  “Ramanên Rêbertî yên li ser azadiya jinan, di nava gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Ereban de gelekî deng veda. Ferasetên ku berê jin wek koleyên mêran didîtin, parçe bûn. Gelek mirov dibêjin, 'Ev cara pêşî ye ku em bi ramanên wiha dihesin. Cara ewilî ye ku em hîs dikin ku em mirov in’.”

Misewir wiha dewam kir: "Îro hem Beşar Esad û hem jî dewleta Tirk çi ji destê wan tê dikin, lê nikarin gelê Ereb li dijî me provoke bikin. Sedem çi ye? Ji ber ku Ereban azadî, bedewî û mirovahî bi rêber Apo re dîtin. Ew pê hesiyan ku fikrên wî li gorî feydeya wan in.”

'TIRSA DIJMIN PIR MEZIN E'

Xalis Misewir destnîşan kir ku tecrîd encama tirs û reaksiyona li hemberî van fikrên azadiyê ye û got: "Çima hevdîtinan asteng dikin? Ji ber ku dizanin her gotineke rêber Apo şoreşeke nû diafirîne. A rast, mêtinger ji wan fikran ditirsin."

BANGA LI GELÊ TIRK; 'DEWLET WE DIXAPÎNE'

Misewir her wiha ji gelê Tirk xwest ku bi propagandaya dewletê bawer nekin û wiha axivî: "Rêbertî xwedî çareserî ye. Serbestberdana wî ya ji zindanê dê bibe çareseriya pirsgirêkên ku Tirkiye pê re rû bi rû ye. Heta ku Rêbertî li zindanê be, li Tirkiyê çareserî û aramî pêk nayê û welat bi pêş nakeve. Gelê Tirk û Kurd bira ne, axa ku em lê dijîn warê me hemûyan e. Bila Tirk nebêjin ‘Kurd dixwazin werin welatê me dagir bikin'. Dewleta we Rêbertiya me xistiye zindanê. Welatê me dagir dike. Wek Kurdên ku bi fikrên rêber Apo bawer in, em ê dest ji xaka xwe bernedin û em ê bi hezaran salan jî wek bira bijîn."

Her wiha Xalis Misewir ev bang li gelê Kurd jî kir: "Wek Kurd divê em çi ji destê me tê, bikin û Rêbertî ji zindanê derxin. Wê demê em ê gelê Tirk û gelên din azad bibin. Bêyî wê şerê li dijî dijberên azadiyê dê bidome. Bi saya fikren rêber Apo êdî em nizanin bê ka bêdengî tiştekî çawa ye. Dewleta Tirk dibêje "Kurdên herî baş Kurdên mirî ne". Ew dixwaze me mirî bibîne. Divê em li dijî vê armancê tev bigerin."

Endamê Meclisa Rewşenbîran a Herêma Cizîrê nivîskar Xalis Misewir diyar kir ku êrişên li ser Şengalê jî ne tenê êrişên li dijî gelê herêmê ne û wiha lê zêde kir: “Li wan deveran fikren rêber Apo tên jiyandin û rûniştandin. Ji ber vê yekê bombeyên xwe li ramanên rêber Apo dibarînin. Dewleta Tirk dibêje "Ez ne dijminê gelê Kurd im, ez dijminê van ramanan im." Ya rast ew e ku gelê Kurd bêyî wan ramanan nabe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yrOp4JcAeVY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>