Sosin Bîrhat… kulîlka ku di nava xaka şehadetê de bişkiviye

“Ditirsim beriya rizgarkirina Efrînê şehîd bibin.” Sosin Bîrhat bi çend saetan beriya ku şehîd bibe, vê gotinê dibêje. Soza ku şehîd Sosin daye, veguherî soza tevahî gelê Kurd.

Sosin Bîrhat… kulîlka ku di nava xaka şehadetê de bişkiviye
Sosin Bîrhat… kulîlka ku di nava xaka şehadetê de bişkiviye
Sosin Bîrhat… kulîlka ku di nava xaka şehadetê de bişkiviye
Sosin Bîrhat… kulîlka ku di nava xaka şehadetê de bişkiviye
Sosin Bîrhat… kulîlka ku di nava xaka şehadetê de bişkiviye
13 îlon, 2021   23:38
HELEB-HENAN MIHEMED

Dîroka Kurdan bi berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê dagirtî ye. Sosin Bîrhat navekî li seranserê Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê navdar e. Ew kesayeta ku di oxira parastina axa xwe de, rojekê di fedakariyê de dudilî nekir.

SOSIN BÎRHAT KÎ YE?

Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat) 1`ê Çileya 1976`an li gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê di nava 6 xwişkan de, çavên xwe li diniyayê vekirin. Sosin keça çaremîn a malbatê bû.

Dema ku Sosin bû 2 salî, malbata wê ji bo debara xwe bike berê xwe da taxa Şêx Faris a li Helebê. Sosin dibistanên seretayî û navîn li Dibistana Mey Ziyade ya li herêma Huluk ya girêdayî taxên rojhilatê Helebê, xwend.

Sosin di nava malbateke welatparêz de rabû. Malbata wê di sala 1987`an ve fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir û kar meşandin. Sosin tevî du xwişkên xwe yên ji wê biçûktir tev li Koma Agirî ya dîlana folklorî bû.

Sosin bi rûgeşî û rûkeniya xwe û dengekî dengê xwe yê zîz dihat nasîn ku hîna jî di guhê şêniyên taxê de ye. Her wiha ew xwedî kesayeteke bihêz bû û bêtirs bû.Wê ji zaroktiya xwe ve erkên xwe bi rêk û pêk, bi cih dianîn û her tim digot “Ji ber ku ez fêr dibim, ez natirsim. Ez ê helbet bi ser bikevim.”

Xwişka şehîd Sosin, Îlham Mihemed kesayeta şehîd Sosin a bihêz û meyla wê ya jiyaneke azad û dûrî adetên paşverû bi bîr tîne, ku şehîd Sosin ew hêz ji kesayeta dayika xwe girtibû.

Sala 1990`î şehîd Sosin tevî Koma Agirî beşdarî şahiya 15`ê Texaxê ya li Lubnanê dibe û li wê derê rêber Abdullah Ocalan dibîne û biryar dide ku tev li tevgera rizgariyê ya Kurdistanê bibe. Lê belê rêber Abdullah Ocalan daxwaza wê qebûl nake û jê dixwaze vegere Sûriyê û xwendina xwe temam bike.

Sosin xwendina xwe dibe serî û derbasî dibistana amadehî dibe. Ew di dibistana bazirganiyê ya li taxa Cemîliyê ya Helebê de dixwîne. Piştî ku bawernameya bazirganiyê ya amadehî bi dest dixe û li ser xwesteka bavê xwe, xwendina xwe di peymangeha bazirganiyê de dewam dike. Piştî 3 mehan ji xwendina li peymangehê, dev jê berdide û sala 1995`an tev li tevgera rizgariya Kurdistanê dibe.

Îlham Mihemed dibêje: “Biryara şehîd Sosin a tevlêbûna nav refên tevgera rizgariya Kurdistanê, ji bo wê biryareke dawîn bû. Ew hat cem bavê min û got wê xwendina xwe bi dawî kiriye wekî ku rêber Ocalan ew temî kiriye û ew ê rêwîtiya xwe di rêya azadiyê de dest pê bike da ku gelê xwe ji bindestiyê rizgar bike.”

Wê demê şehîd Sosin xebatên çandî û siyasî li taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê zêde kiribûn, her wiha waneyên zimanê kurdî bi hezkirineke mezin didan şêniyên taxê, bêyî ku guh bide zextên hikumeta Şamê yên li dijî têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê.

Hevrêya şehîd Sosin û endama rêveberiya Meclisa Jinan a Dîwana Edaleta Civakî Fatima Hesen jî dibêje: “Piraniya nîqaşên şehîd Sosin li ser fikrên rêber Abdullah Ocalan û rola jinan a pêşeng di civakê de û rêbazên rizgarkirina Kurdistanê bû. Her tim teqezî bi parastina zimanê dayikê dikir, da ku winda nebe.”

ÇALAKIYA FEDAYÎ YA ŞEHÎD ZÎLAN, RÊWÎTIYA JIYANA SOSIN GUHERT

Çalakiya fedayî ya têkoşer Zîlan di 30`ê Hezîrana 1996`an de pêk aniye, têkoşer Sosin teşwîq kir ku zêdetir bi doza kurdî ve bê girêdan û hewl bide gelên bindest ji siyasetên çewisandinê yên dewletên kapîtalîst rizgar bike.

Şehîd Sosin di du hefteyan de ji bo bîranîna şehîd Zîlan, komeke stranan bi navê Şehîd Zîlan ava kir. Hemû endamên komê jin bûn. Komê yekemîn pêşandanên xwe di salvegera yekemîn a şehadeta şehîd Zîlan de bi beşdariya hunermendên mezin ên wê demê, pêşkêş kir.

Di jiyana şehîd Sosin de, hunerê û bi taybetî hunera efrînî cihekî mezin girt. Ji ber ku didît ku huner parçeyekî şoreşê ye û hunera serkeftî şoreşê ber bi rêgeheke baştir ve dibe.

Piştî çalakiya fedayî ya şehîd Zîalan, Sosin berê xwe da Kobanê û li wê derê erkên rêveberiyê girt ser milên xwe. Piştî du salan vegeriya Helebê û di 4`ê Nîsanê de xatir ji malbata xwe xwest û ji bo perwerdeyê ket ser rêya Şamê. Di 1999`an de Sosin berê xwe dide çiya da ku li wê derê perwerdeyê bibîne. Beriya ku biçe, malbat û rêhevalên wê bi şahiyekê xatir jê xwestin.

Fatima, xwestekên şehîd Sosin ên beriya tevlêbûna wê wiha bi bîr tîne: “Ji min xwest ku ez karê cebheyî temam bikim, ji ber ku pêwîstiya tevgerê bi jinên pêşeng heye. Min soz da wê ku ez di oxira xizmeta doza kurdî de tiştê dikarim bikim.”

Fatima wiha dewam dike: “Di axaftina xwe de behsa siyasetên dewletên kapîtalîst û sekinandina şoreşa azadiyê li hemberî wan sîsteman ji bo rizgarkirina Kurdistanê dikir. Her wiha behsa axaftinên rêbertî û daxwaza wî ji jinan ku xwedî îrade û îsrar be, dikir.”

ŞOPA WÊ DI ŞERÊN LI TAXA ŞÊXMEQSÛD DE

Piştî ku şehîd Sosin 15 salan di nava gerîla de perwerdeyê dibîne, di Şoreşa Rojava de carek din berê xwe dide taxa Şêxmeqsûd û beşdarî berxwedana şêniyên taxê li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dibe. Şehîd Sosin ji bo piştgirîdayîna gel ji hêzên leşkerî re li gorî bingeha şerê gelê şoreşgerî, rol dilîze.

Fermandar Sosin beşdarî şerên li taxê yên di navbera 2014-2016`an de dibe, ji şervanan re dibe çavkaniya moralê û ji bo parastina taxê kedeke binirx dide û mohra xwe li şerê taxa Şêxmeqsûdê dixe.

Şervanê YPG`ê Hemze Heleb wiha şehîd Sosin bi bîr tîne: “Di roja rojbûna rêbertî de, dema ku top bi ser taxê de dibarînin, şehîd Sosin hemû şervan ji bo çandina daran û girtina dîlan kom kirin.”

Hemze wiha axaftina xwe dewam kir: “Fermandar Sosin her tim di eniyên pêş ên cebheyê de cih digirt. Şervanan ji wê hêz û îrade digirt.”

YEKEMÎN KETÎBEYA HPC-JIN AVA KIR

Di 25`ê Hezîrana 2015`an de şehîd Sosin tevî jinên taxê yekemîn ketîbeya Hêzên Parastina Civakî-Jin bi navê şehîd Gulê Selmo, ava kir. Tê de 60 jinên Kurd, Ereb û Tirkmen hebûn û piştre li Efrîn û Qamişloyê jî HPC-Jin hate avakirin.

Sosin bi hezkirina xwe ji çandiniyê û bi taybetî ji gul û kulîlkan re dihat nasîn. Cihê ku lê dima bi cureyên kuîlkan û bi taybetî bi gula sosin xemilandibû.

Şervanê YPG`ê Hemze dibêje: “Beriya ku şehîd Sosin ji taxê biçe, çeka xwe da min da ku ez têkoşînê berdewam bikim, heta niha jî li gel min e. Ez soz didim ku ez ê şopdarê rêya şehîd Sosin bim û armancên wê pêk bînim.”

RÊWÎTIYA XWE YA BERXWEDANÊ LI ROJAVA TEMAM KIR

Piştî rizgarkirina taxa Şêxmeqsûd di 2016`an de, şehîd Sosin berê xwe da Qamişlo û heta çend mehan di perwerdeyê de ma. Piştre çû kantona Şehbayê da ku herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir, xwesteka sereke ya Sosin ew bû ku biçe Efrînê û beşdarî Berxwedana Serdemê bibe. Lê belê ji ber rewşa xwe ya tenduristî nikarî wê xwestekê pêk bîne. Lê ew bi malbat û hevalên xwe re her tim di peywendiyê de bû û moral dida wan

Piştî dagirkirina Efrînê û koçberiya şêniyên Efrînê yên berê xwe dan kampên li kantona Şehbayê, şehîd Sosin soz da ku ew ê xaka xwe rizgar bike da ku şênî li warê xwe vegerin û jiyaneke birûmet bijîn.

Di vê derbarê de, Îlham Mihemed dibêje: “Xwesteka wê ew bû ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê rizgarkirin û projeya neteweya demokratî k ji nû ve pêk were. Wê nexwest li malên li kantona Şehbayê bi cih bibe, ji xwe re konek veda da ew jî wekî şêniyên din ên koçber bijîn.”

Piştî ku rewşa Sosin a tenduristî xirab bû, çû Kobanê û piştre beşdarî berxwedana rûmetê ya li Serêkaniyê bû. Piştre jî çû Tebqayê û piştî salekê berê xwe da Til Temirê

ŞEHADETA WÊ

Fermandar Sosin beşdarî hemû operasyonên leşkerî yên li Rojava bû û wekî endama Meclisa Leşkerî ya YPJ`ê û Meclisa Leşkerî ya QSD`ê peywir girt.

Di 19`ê Tebaxê de saet 06:00`ê êvarê, dewleta Tirk a dagirker navenda Meclisa Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Di êrişê de 4 şervan gihan asta şehadetê û di nav de şehîd Sosin Bîrhat.

“DITIRSIM BERIYA KU EFRÎN RIZGAR BIBE, ŞEHÎD BIBIM…”

Xwişka şehîd Sosin, Îlham Ehmed dibêje: “Beriya ku şehîd bibe bi 4 saetan li min geriya, tevlîbûna min ji perwerdeya îdeolojîk re pîroz kir û got ku divê ez karên rêxistinî li Şehbayê dewam bikim. Her wiha ji min xwest ku ez li malbata xwe miqate bim û wan biparêzim.”

Piştî telefona bi xwişka xwe re bi du saetan, Sosin ji rêhevaleke xwe re got ku ew ditirse ku beriya rizgarkirina Efrînê şehîd bibe û soza xwe ji malbata xwe re ya vegera Efrînê bi cih neyne.

Îlham bal kişand ser têkoşîna fermandar Sosin, ku ji tevahî cîhanê re lehengiya jina Efrînî û girêdana wê bi doza kurdî re îsbat kir.

Îlham di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind e û dê şopdarê rêya wê be û armanca wê ya rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî, pêk bîne.

Cenazeyê şehîd Sosin Bîrhat birin taxa Şêxmqsûd û Eşrefiyê û ji wê derê birin kantona Şehbayê û li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê hate veşartin.

(cx)

ANHA