Astengiyên mezin li pêş hikumeta nû ya Lubnanê hene

Welatiyên Lubnanê hêviyên mezin ji hikumeta nû ya bi serokatiya Necîb Mîqatî dikin. Lê belê ji ber aloziyên li welêt, binketina pereyê Lubnanê, zêdebûna bêkarî û xizaniyê, metirsî ji binkeftina wê hikumetê jî hene.

Astengiyên mezin li pêş hikumeta nû ya Lubnanê hene
14 îlon, 2021   04:27
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Di ser lubnaniyan re saleke wekî dojehê derbas bû ku tê de aloziyên aborî û civakî, îflas, bêhêvî, tevlîhevî çêbûn. Bûyerên ku rû dane, bi xwe re alozî anîn, ji derman, mazot û avê bigire heta kehrebe, benzîn, dolar û hwd. Gelo dê hikumeta nû rê li ber vê hilweşînê bigire û nirxê dolar kontrol bike ku xelk ji tirsa wê hemû tiştên xwe firotin? Dê heqareta li pêş stasyonên sotemeniyê bisekine? Dê derman vegerin dermanxaneyan? Dê hikumet karibe nirxên tiştan kontrol bike ku êdî welat veguheriye sûkeke reş?

Gelek pirs li nava kolan, kûçe û qehwexaneyan tên pirsîn. Her wiha welatiyên Lubnanê li bendê ne piştî avakirina hikumetê dê çi bibe û dê gavên pratîkê çi bin. Gelek ji wan beriya avakirina hikumetê jî dibêjin ku baweriya wan bi wê hikumetê nîn e û bawer nakin ku dê rewş baş bibe. Piraniya welatiyan li ser wê yekê li hev dikin ku rewş ji bin kontrolê derketiye. Hinek jî dibînin ku başiya hikumetê dê bi daxistina buhayên madeyên xwarinê û peydakirina derman re dest pê bike. Lê belê hikumet dê buhayan zêdetir bike, wê demê ew yek dê çawa pêkan be?

HIKUMETA NÛ DÊ JI YÊN DIN CUDA BE?

Lubnanî gelek mehan li benda gihaştina vê peymanê û avakirina hikumetê man. Gelo dê ev hikumet ji yên berê cudatir be?

Rojnamevana lubnanî Neda Eyûb ji ajansa me re têkildarî mijarê axivî. Neda Eyûb got: “Ev hikumet jî wekî yên beriya wê ye, heman feraset e û ji aliyê heman sîstemê ve hatine avakirin. Sîstema talankirin û gendeliyê ku 30 salan li welat hikum kir, ji dema Peymana Taêf de û heta roja îro. Bi vî rengî em ê çawa li benda encameke cuda bin? Li kêleka wê yekê, serokê hikumetê karsazek û xwedî zîhniyeta beşa kêm e ku bi çînên xizan û yên paşguhkirî nafikire û siyaseteke civakî jê re daneyne.”

Neda diyar kir ku aliyên nakok heman in, rûyên wan bên guhertin jî lê xwedî heman sîstem û ferasetê û siyaseta parvekirinê ne û wiha dewam kir: “Ji ber wê ne pêkan e em encameke cudatir bibînin. Şerê bi wê re jî, şerê bername û planan e. Ew ê serdema xwe ya hikumetê bi mijara IMF’ê dest pê bike, lê belê gelo dê şertên wê pêk bîne?”

‘PIRSGIRÊKÊN LUBNANÊ BINGEHÎN IN’

Rojnamevan Neda Eyûb dibîne ku ev hikumeta nû nikare pirsgirêkên Lubnanê çareser bike, ji ber ku pirsgirêkên Lubnanê bingehîn in, anku di bingeha sîstemê de ne û wiha lê zêde kir: “Ev sîstema ku bi peymana Taêf hate avakirin û mayînde bû. Ev sîstemeke tayîfî ye. Dikare hin dosyayan çareser bike, lê belê pirsgirkên Lubnanê roj bi roj zêdetir dibin. Ji ber wê pêwîstiya me bi hevpeymaneke civakî ya nû heye.”

Gelo astengiyên li pêş vê hikumetê çi ne? Neda wiha bersiva pirsa me dide: “Ji astengiyên sereke ku li pêş hikumetê derkevin, mijara aborî û aloziyên aborî ne, ku pê re alozyên civakî û siyasî jî derdikevin. Ev hikumet wê bi dosyayên wekî; bilindkirina nirxan, nirxê dolar, deynê giştî, peydakirina sereke

Neda Eyûb wiha nirxandina xwe dewam kir: “Mijara herî herî zehmet ji bo hikumetê mijara nirxê xerckirina dolar e û îstiqrar wê ye, her wiha siyasetên civakî ji bo parastina çîna herî xizan di civakê de û parastina wan ji xizanî, koçberî û xelayê ye. Her wiha xebatên ji bo îstiqrarê û peydakirina madeyên sereke yên jiyanê wekî sotemenî, derman û nan. Divê hikumet van dosyayan çareser bike. Li kêleka wê mijarên wekî keysbazî, qaçaxkirin û hwd.. hene.”

BERTEKÊN DERDORÊN LUBNANÊ

Piştî derxistina qanûnên ji bo avakirina hikumetê bi serokatiya Necîb Mîqatî, hin derdorên Lubnanê ev gava ku zêdetirî salekê dereng ma, pêşwazî kir. Serokê berê yê hikumetê Seed El-Herîrî li ser malperên medyaya dijîtal wiha got: “Piştî 12 mehan ji valahiyê, êdî li welatê me hikumet hat avakirin. Em di erka wî de piştgiriyê didin serokwezîr Necîb Mîqatî da ku rê li hilweşînê bigire û dest bi sererastkirinan bike.”

Siyasetmedarê Lubnanê û serokê berê yê hikumetê Temam Selam jî li ser Twittera xwe wiha nivîsî: “Ez avakirina hikumeta nû li serok Necîb Mîqatî pîroz dikim û di erka nîştimanî ya rizgariyê de, ji wî û tîma wî re serkeftinê hêvî dikim.”

Serokê Şepêla Nîştimanî ya Azad, Cubran Basîl jî dibîne ku derengmayîna avakirina hikumetê heta salekê, gelek êş bi welatiyan da kişandin û got, “Em hêvî dikin ku em fêrî rêzgirtina li hemberî destûrê bûbin. Em ji hikumeta nû jî hêvî dikin ku sererastkirinan dereng nexe, Em pir dereng man, heqîqet îro eşkere bû.”

Keşeyê dêrê Bişare Bitrus Raî jî avakirina hikumetê li serokê komarê Mîşel Ewn, serokwezîr Necîb Mîqatî û wezîrên erkdar pîroz kir û hêvî kir ku hikumeta rizgariyê di erkên xwe de yên wekî pêkanîna sererastkirinan, renosansa aborî, diravî û jiyanî de bi ser bikeve.

Parlamanter Elî Hesen Xelîl jî li ser malperên medyaya dijîtal wiha got: “Îro derfeta rizgarkirina Lubnanê di destê me de ye, divê hikumetê yekser planekê ji bo geşkirin û sererastkirinê deyne.”

Xelîl destnîşan kir ku divê ew bi xwe alîkariya xwe bikin û divê hikumet demê qezen bike û di hesabên hêzên siyasî de winda neke û got: “Xelk li bendê ye ku em ji vê rewşê derkevin.”

Serokê Partiya El-Ketaib Samî Cemîl jî da zanîn ku hikumet bi erêkirina Îranê û ji bo mayîndekirina serweriya Hizbullah li ser biryarên li Lubnanê, hate avakirin.

Cemîl li ser malperên medya dijîtal got, “Ev ne kêliyeke siyasî ye, ev berdewama xebatê sîstemê û feraseta dabeşkirinê ye ku welat gihandin vê rewşê. Heman sedem dê heman encaman bi xwe re bînin, kêliya siyasî di Gulana bê di destê welatiyên Lubnanê de ye.”

Parlamanterê berê Faris Seîd jî bi rêya hesabê xwe yê twitterê got, “Vê hikumetê hişt ku Îran bi awayekî eşkere li Lubnanê mayînde bibe. Gelo dê serok Mîqatî karibe sînorên berjewendiya Lubnanê heta demekê diyar bike? Di rastiyê de, nûkirina çareseriyê bi serokê Ewn re bi çavdêriya Hizbullah û guehrtina El-Herîrî bi Mîqatî bi nêrîna min, dê bi xwe re hegemoniya Îranê li Lubnanê zêdetir bike. Em red dikin.”

KÊFXWEŞIYEKE NAVNETEWEYÎ Û EREBÎ

Helwestên navneteweyî yên ku vê gavê bi erênî dinirxînin li du hev hatin. Yekitiya Ewropayê (YE) rêxistina yekemîn bû ku berpirsê wê yê kar û barên derve Josep Borrell îmzekirina serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn û serokê nû yê hikumetê Necîb Mîqatê biryara avakirina hikumetê li Lûbnanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Di daxuyaniyekê li ser malperên tevna civakî de Josep Borrell got: “Avakirina hikumetê kilîta çareserkirina aloziyên aborî, malî, civakî,pêkanîna guhertinên li bendêmayî û lidarxistina hilbijartinan di 2022`ya de ye. NY`yê piştrast kir ku agahiyê wê der barê avakirina hikumeta Lubnanê de çê bûye û hêvî kir ku plansaziya aborî pêk were da ku aloziyên li welêt çareser bibin.”

Li gorî daxuyaniya serokatiya Fransayê, serokê Fransayê Emmanuel Macron ji ber gava avakirina hikumetê xwe pîroz kir û hêviya serkeftinê ji Mîqatê re xwest.

Li aliyekî din berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku DYA`yê lihevkirina avakirina hikumeta nû bi serokatiya Necîb Mîqatî bi erênî nirxandiye. 

Ned Price di daxuyaniyê de got: “Em hêvî dikin ku parlamento bi lez vê hikumeta nû erê bike. Da ku karibin guhertinên berbiçav pêk bînin û pirsgirêka aboriya binkeftî ya welêt çarese bikin. Em amade ne piştgiriyê bidin vê hikumetê.”

Wezareta Karûbarên Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ji ber avakirina hikumeta Lubnanê anî ziman û got: “Em hêvî dikin ku guhertinên aobrî li welêt çêbibin ku welêt ji nakokiyên herêmê dûr bixin. Divê rê li pêşiya hikumeta nû were vekirina da ku armancên xwe pêk bîne û li gorî guhertinên destûrî welêt ji aloziya tê de derxe.”

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêz biryara avakirina hikumeta nû bi erênî nirxand ku piştî 13 mehên xitimandina siyasî pêk hat û wiha domand: “Lubnanî hêviyên xwe bi vê hikumetê û avêtina gavan ve girêdane ku dê di çarçoveya destûrê de gelek guhertinan pêk bîne. bi şêwazekê ku aloziya aborî û mirovî ya li welêt sivik bike. Komkara Erebî dê piştgiriyê bide Lubnanê da ku ji vê rewşa dijwar derkeve û aramtir bibe. “

Cîgira koordînatorê taybet ê NY yê Lubnanê, koordînatora karûbarên mirovî Necat Ruşdî got: “Em serkeftinê ji hikumeta nû re dixwazin. Em hêvî dikin ku karibe ji nû ve welêt ava bike û guhertinên bilez pêk bîne. Divê gel xema yekemîn a hikumetê be. Divê azarên wan kêm bikin û xebatên bingehîn ji wan re pêşkêş bikin. Divê lêpirsîneke bêalî, pêbawer û serbixwe têkildarî teqîna bendera Beyrûtê çêke. Ev soz têrê dikin ku serdeme din a edalet û wekheviyê pêk were bi şêwazekê ku rûmeta xelkê biparêze û hêviyên wan di pêşerojeke baştir de pêk bîne.”

 ANHA