Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo guherand

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê kirîn pembo bi 2500 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo guherand
13 îlon, 2021   10:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryara hejmar /10/ derxist û li gorî wê nirxê kîloyê kirîna pembo bi 2500 lîreyên Sûriyê, diyar kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24`ê Tebaxa borî de civînek li dar xisitbû û nirxê pembo ji bo mewsima îsal bi 1950 lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

(cx)

ANHA