Hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarokekî li rojavayê Derayê bûn

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bajarokê El-Yadûdê yê rojavayê Derayê dorpêç kir, da ku rewşa çekdarên xwecihî yên tên xwestin li gorî lihevkirina ku duh pêk hatî, çareser bike.

Hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarokekî li rojavayê Derayê bûn
13 îlon, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh di navbera rûspiyên bajarokê El-Yadûdê yê rojavayê Derayê û nûnerên komîteya ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê de lihevkirinek pêk hat. Li gorî lihevkirinê dê rewşa bi dehan çekdarên xwecihî û yên ji hikumetê veqetiyane ji îro ve, bê çareserkirin.

Vê sibehê, hêzên hikumeta Şamê bajarokê El-Yadûdê ji 4 aliyan ve dorpêç kir.

Li gorî SOHR`ê, Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê beriya çend kêliyan derbasî bajarok bûn da ku lihevkirina duh pêk hatî, bixin meriyete.

(cx)