​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 146 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 146 kesên din bi covid-19 ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 146 kesên din bi covid-19 ketin
13 îlon, 2021   10:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 146 kesên din bi Koronayê ketine.

Desteyê piştrast kir ku kesên bi vîrusê ketine 92 mêr, 54 jî jin in û 6 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 hezar û 104 kes bi Koronayê ketine, 809 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 19 kes baş bûne.

(cx)