Balafirên Rûsyayê li Idlibê nuqteyeke dagirkeriya Tirk bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişî herêma derdora nuqteya çavdêriyê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker a li bajarokê Bare yê gundewarên başûrê Idlibê kir.

Balafirên Rûsyayê li Idlibê nuqteyeke dagirkeriya Tirk bombebaran kir
13 îlon, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê derdora nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li Bare yê çiyayê Zawiye ya li başûrê Idilbê bombebaran kir. Lê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

SOHR’Ê destnîşan kiribû ku hêzên hikumeta Şamê ji aliyê bejahî ve gundewarên Hema û Idlibê topbaran kirin. Gelek moşek li deverên Xirbet El-Naqûs ên li Sehil El-Xab ên bakur rojavayê Hemayê, herêmên din ên Fitîrê, Filêfil, Bare, Kansefra û Bînîn ên çiyayê Zawiye yên li başûrê Idlibê ketine.

(şx)