Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên Idlibê û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bajarokên gundewarên Hema û Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên Idlibê û Hemayê topbaran kirin
13 îlon, 2021   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê vê sibê gelek top li herêmên Xirbet El-Naqûs a Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê, deverên li Fitîra, Filêfil, Bare, Kansefra û Bînîn ên Çiyayê Zawiye yên başûrê Idlibê barandin. Lê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Balafirên şer duh derdora bajarokê Kansefra yê li başûrê Idlibê û eniya Şêx Selman û li nêzî bajarê Darit Iza bombebaran kiribûn.

Her wiha hikumeta Şamê duh eniya Kibane ya çiyayê Ekrad ê gundewarên bakurê Laziqiye, derdora bajarkê Marbelît, eniyên Seraqêb ên Idlibê, gundê Qilêdîn ê Sehil El-Xab ê bakurê Hemayê topbaran kiribûn.

(şx)