​​​​​​​Nûnerê Rêveberiya Xweser 96 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye

Ev 96 roj in agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK`ê ve revandî, nayên girtin. Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê demeke berê diyar kiribû ku tenduristiya Cîhad Hesen ne başe.

​​​​​​​Nûnerê Rêveberiya Xweser 96 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye
13 îlon, 2021   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

(cx)

ANHA