Komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Hawar: Ev nifş dikare mîrate û folklorê biparêze

Komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana a 3`yemîn a Hawarê têkildarî kesên stran pêşkêş kirin, kêfxweşiya xwe destnîşan kir û got: "Ev nifş dikare parastina mîrate û folklorê bike."

Komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Hawar: Ev nifş dikare mîrate û folklorê biparêze
13 îlon, 2021   07:05
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê 3 kes ji bo nirxandina pêşbaziyên Mîhrîcana Hawar   a 3’yemîn a stranan hilbijartin ku ew jî nivîskar Menan Cafer, berhevkara muzîkê Xîtam Birîm û hunermend Hedît Osman in.

Hunermend Menan Cafer yek ji endamên komîteya nirxandinê ye û beriya niha jî endamê komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Hawarê ya 2`yemîn bû.

Derdora 50 salan ji jiyana xwe bi nivîsandina stran, helbest, berhevkirina muzîk û awazên ji gelek hunermendên mezin ên li Rojava re borandiye, nexasim strana Asayîş ku hunermend Hikmet Cemîl gotiye. Her wiha strana Newroz 2014`an ku ji hêla hunermend Mihemed Welîd ve hate gotin û strana zimanê kurdî ya Koma Berçem û bi dehan stranên din.

Menan Cafer ev agahî parve kirin: “Min gelek komên stranan ava kirine, ji wan tevî gelek hevalên xwe 1985`an me Koma Yekitî ava kir, ji van hevalan; mamoste Remzî Şêxmûs, di wê demê de jî me 3 albumên stranên şoreşgerî tomar kirin. Di sala 1988`an de bi gelek xwendekarên Zanîngeha Helebê re me Koma Şehîd Ferzend ava kir û beşdarî gelek çalakî û mîhrîcanan bûn. Sala 1990`î ez beşdarî perwerdekirina Koma Agrî bûm û yek ji endamên avakar ên Koma Engîzek bûm."

Hunermend Menan Cafer bal kişand ser rêbazê nirxandina pêşbazan û got: "Endamên komîteyê nirxandin di nava xwe de dabeş kirine, mamoste Xîtam Birîm muzîk, deng û tona wê dinirxîne, ez jî awaz û gotinên pêşbazan dinirxînim û hunermend Hedît Osman jî awaza giştî û deng dinirxîne."

Têkildarî asta beşdaran Menan ev nirxandin kir: "Me hêzek di dengên beşdaran de hîs kir. Stranên ku beşdaran vegotin, îşaret bi zor û zehmetiya ku ji ber koçberiyê, dûrketina ji erd û bajarê xwe kişandine, dikir."

Endama komîteya nirxandinê hunermend Xîtam Birîm jî got: "Di sala 1994`an de min li amûra orgê dixist û 1995`an di peymangeha ciwanan a muzîkê de xwend. Sala 2000`î derbasî beşa lêdana awazên rojhilatî bûm, ji ber vê yekê ez ji bo komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Hawar hatim hilbijartin."

Têkildarî xebata xwe ya di nav komîteyê de Xîtam Birîm ev axaftin kir: "Di mîhrîcanê de ez deng, awaz, rîtmên rast û pêşkêşkirinê dinirxînim. Heta niha pêşkêşkirinên serkeftî hene û behreyên baş derketine holê. Ev kes dikarin parastina mîrateya kurdî ya efrînî bikin. Di heman demê de nûnertiya çanda gelê Efrînê bikin."

Hunermend Hedît Osman jî endameke komîteya nirxandinê ye û got: "Dema ez di dibistanê de bûm û mamosteyê min hişt ku ez behreya xwe û hemû stranên ku min bi zimanê erebî digotin, bi pêş bixim. Piştre ez beşdarî Koma Serxwebûn bûm, êdî ji wê demê ve min stranên neteweyî û folklorîk digotin."

Hedît Osman da zanîn ku 1989`an tev li Koma Agirî bûye û li Helebê gelek stran tomar kirine. Piştre tevî hevserê xwe tev li Koma Serhildan bûye (Koma Şehîd Diyar) û gelek stran çêkirine.

Hedît Osman têkildarî xebata ku di nav komîteya nirxandinê de dike, kêfxweşiya xwe destnîşan kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/om_AXWQWpWY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>