Şêniyên gundên nêzî sînor banga xurtkirina xweparastinê kirin

Şêniyên gundên nêzî sînor diyar kirin ku artêşa Tirk şerê taybet dimeşîne û bi wê yekê armanc dike herêmê ji niştecihên wê yê resen vala bike. Şêniyan banga xurtkirina rêgeza xweparastinê û piştgiriya hêzên leşkerî kir.

Şêniyên gundên nêzî sînor banga xurtkirina xweparastinê kirin
13 îlon, 2021   06:02
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Xweparastin ji bo civaka exlqaî û polîtîk; siyaseteke ewlehiyê ye. Lê dema civak nikaribe xwe biparêze wateya wê winda dike, civak bindest dibe û li ber hilweşandinê dimîne yan jî ew li ber xwe dide û taybetmendiyên xwe yê exlaqî û polîtîk digire.

Di pêvajoya deh salên derbasbûyî de, artêşa Tirk a dagirker hewl dida şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitirsîne û li ser xeta sînor sivîl hedef girtin.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Tirbespiyê yê li gundên nêzî sînor dimînin, diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker dikeve çarçoveya şerê taybet ku bi wê armanc dike herêmê ji niştecihên wê vala bike. Şêniyan got ew ê xwe biparêzin û piştgiriya QSD`ê bikin, ji ber ku yekane hêz e ku dikare parastina herêmê bike.

Welatiyê bi navê Xoşnav Ferho yê ji gundê Kêl Hesnak ê bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ku tenê 400 metreyan dûrî sînor e, wiha axivî: "Di salên derbasbûyî de, ji ber kiryarên dagirkeriya Tirk min nekarî 25 donim erdê xwe biçanda, ji ber ku dema ez diçûn nava erdê xwe; gule li min direşandin. Di encamê de erd beyar ma." Xoşnav Ferho destnîşan kir ku sala par dema welatiyekî ji gundê Dêruna Axê zeviyê xwe diçand, artêşa Tirk gule lê reşand.

Ferho diyar kir ku ev kiryar dikevin çarçoveya şerê taybet ê ku dewleta Tirk dimeşîne û bi wê yekê hewl dide welatiyan bitirsîne û wan bide koçberkirin. Ferho diyar kir ku ew ê li hemberî van kiryaran li ser erdê xwe bimînin û ji bo parastina wê; amade ne fedekariyên giranbuha bidin.

ꞌXWEPARASTIN PÊWÎSTÎ Û ERK Eꞌ

Welatiya bi navê Gulîstan Mihemed Selac a ji gundê Meşûqa îşaret bi girîngiya xurtkirina rêgeza xweparastinê û piştgiriya QSD`ê kir û wiha gotina xwe dewam kir: "Ev rêbazê herî baş ê parastina ewlehî û aramiya herêmê, parastina gundên me û mal û milkê me ye."

Welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Hisên ê ji gundê Dêruna Qulinga ku 600 metreyan dûrî sînorê Sûriye-Tirkiyê ye, wiha got: "Kiryarên dagirkeriya Tirk ne tiştekî nû ye, beriya wê jî li ser sînor sûc pêk dianî û gule li sivîlan direşandin. Her wiha ji beriya bi dehan sal ve li dijî sivîlên ku nêzî sînor dimînin, siyaseta tirsandinê dimeşîne."

ꞌPIŞTGIRIYA HÊZÊN ME YÊN LEŞKERÎ, EWLEHÎ Û ARAMIYA HERÊMÊ XURT DIKEꞌ

Hisên bang li tevahiya welatiyan kir ku nekevin xefka siyaseta dagirkeriya Tirk, ji ber ku hewl dide herêmê vala bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştgiriya YPG û YPJ`ê bikin û tev li Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Civakî bibin, ji ber ku berdêl dane û amade ne welat û niştecihan ji êrişên derve biparêzin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H4ho7zxVvwY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>