‘Avakirina civaka ekolojîk yekane rê ye ku qirkirina xwezayê bisekinîne’

Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli da xuyakirin ku şewatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ji ber serdestiya desthilatê ya li xwezayê rû dane û got "Avakirina civaka ekolojîk a li dijî modernîteya kapîtalîst ku xwezayê talan dike, yekane rê ye ku wê hilweşandina xwezayê bisekinîne."

‘Avakirina civaka ekolojîk yekane rê ye ku qirkirina xwezayê bisekinîne’
12 îlon, 2021   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli diyar kir ku şewatên daristanan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê encameke texrîbata xwezayê ya modernîteya kapîtalîst in û krîza avhewayê bandor lê kiriye, her wiha şewatên li Bakurê Kurdistanê jî ji ber êriş û operasyonên artêşa dewleta Tirk a dagiker rû dane.

Vahap Işikli got: "Şaş e ku şewatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werin hevrûkirin. Her çend şewatên dawîn bi krîza avhewayê ve girêdayî bin jî, şewatên li Tirkiyê ji ber talankirina xwezayê ya bi destê modernîteya kapîstalîst in. Şewatên li Kurdistanê jî ji texrîbata xwezayê ya ji ber şer e. Operasyonên leşkerî li herêmê dibin sedema şewatan."

Işikli da xuyakirin ku nîjadperestiyeke nû ya li hemberî gelê Kurd bi destê desthilata Tirk tê meşandin û wiha rave kir: "Hewl dan bi nîjadperestiya li dijî Kurdan û tevgera azadiyê ya Kurd şewatên daristanan bikin sûcê wan. Lê xuya bû ku şewat bi destê kesên nêzî desthilatê hatine vêxistin. Li Tirkiyê piştî şewatan, kapîtalîstan bi lez û bez otel û rezîdans ava kirin, di heman demê de gelek herêm dan fîrmayên madenê. Rewşa li Kurdistanê ji ya Tirkiyê cudatir e. Tevî ku 45 sal e hêzên mêtinger hatine guhertin jî, operasyonên hikumetê her tim li Kurdistanê dewam kirin û ji ber van operasyonan gund hatine valakirin."

Vahap Işikli wiha dewam kir: "18 'ê Tebaxê li Xozatê ya Dêrsimê 12 rojan kesî nekarî mudaxale li şewatê bike ku ji ber bombebarana balafiran derketibû. Şewatên bi heman rengî li Besta û Cûdî çêbûn. Nehiştin şewatên ji ber operasyonan çêbûne, bên vemirandin. Piştî ku bertek zêde bûn, neçar man ku agir bitefînin."

‘ŞEWATÊN DARISTANAN ÊN LI KURDISTANÊ JI BER OPERASYONÊN LEŞKERÎ NE’

Vahap Işikli destnîşan kir ku divê gel xwedî helwesteke durist bin û got: ''Şewatên li Bakurê Kurdistanê ji hêla hin derdoran ve wek bûyereke ewlehiyê tên nîşandan.''

Vahap Işikli wiha pê de çû: "Hin kes şewatên ku ji ber operasyonên leşkerî yên li Bakur çêbûne, wek bûyereke xwezayî nîşan didin. Lê tevgerên ekolojiyê yên Tirk ji bo şewatan bitefînin, hewldaneke mezin dan. Li cihên ku ev şewatên daristanan çêdibin, ji ber sedemên ewlekariyê gund tên valakirin. Li gundên hatine valakirin, ji ber qereqol tên çêkirin. Şêniyên gundan ji ber avakirina qereqolan koç dikin. Ev yek bûyerên salên 1990’î tîne bîra me."

Işikli her wiha bal kişand ser rapora CPT’yê a li ser operasyonên dewleta Tirk ên li Başûr jî û got: “Di rapora CPT'yê de tê diyarkirin ku dewleta Tirk li Başûr dest daniye ser gelek deveran. Li gel HES (santralên hîdroelektrîkê) û projeyên bendavan ên li Bakûr re, ev hejmar gelekî zêde ye. Ji ber projeya bendavê ya li Botanê zêdetirî 100 gund hatin valakirin. Bi projeya HES'ê a li sînorê Genç û Licê jî dê 118 gund di bin avê de bimînin. Li Bakurê Kurdistanê, valakirinên gundan ên ji ber wêrankirina xwezayê, divê wek polîtîkaya asîmîlasyonê ya nû bên nirxandin."

‘ŞER LI GEL TALANKIRINA XWEZAYÊ TÊ DOMANDIN’

Vahap Işikli diyar kir ku li gel Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn talana xwezayê jî tê domandin û got: “Îro şerekî li dijî xwezaya Kurdistanê heye. Li Bakurê Kurdistanê xweza wek navgîneke şer tê bikaranîn. Texrîbata xwezayê, tunekirina mirovahiyê ye.”

Işikli anî ziman ku muxalîf têra xwe nikarin mudaxaleyê li şewata daristanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin û wiha got:  "Tevî ku li Bakurê Kurdistanê bi dehan daristan hatin şewitandin û ji ber HES'an gund hatin valakirin jî, muxalîfan li ser vê mijarê lêkolînek bi tenê nekirine. Di partiya muxalîf a Tirkiyê de dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê, çavên xwe li her tiştî digirin. Bi bêdengiya xwe dibin hevkarên vê yekê."

Işikli îşaret pê kir ku li dijî talan an jî wêrankirina xwezayê divê têkoşîna ekolojiya civakî ya xeta sêyemîn bê xurtkirin û wiah dewam kir:  "Divê em ne li benda polîtîkayên hikumetê yên li ser ekolojiyê bin. Li hemberî vê yekê divê gel bi hevkariya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî hêzên ku destekê didin talankirina xwezayê, bi tevgerên ekolojiyê re têkoşîna xwe bidomînin."

‘ÇARESERKIRINA KRÎZA AVHEWAYÊ BI AVAKIRINA CIVAKA EKOLOJÎK PÊKAN E’

Vahap Işikli got şewatên daristanan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girîngiya têkoşîna ekolojîk nîşan didin û wiha axivî:  "Tenê bi avakirina civaka ekolojîk ev wêrankirina xwezayê bi dawî dibe. Li dijî modernîteya kapîtalîst ku bi sedan salan e hewl dide bandorê li civakê bike, avakirina civakeke ekolojîk pêwîst e. Têkoşîna ekolojîk jî dê di hişê mirovan de rê li ber pêkanîna şoreşeke nû veke."

Vahap Işikli da xuyakirin ku krîza avhewayê ya li cîhanê ji ber azweriya qezencê ya sîstema kapîtalîst e û wiha lê zêde kir: "Di karesatên xwezayî yên li rojavayê Ewropayê de ji ber krîza avhewayê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî koçber bûn. Îro jî heman polîtîkayan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didomînin. Hin şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyê ji ber krîza avhewayê ne. Erk û berpirsyariya tevahiya mirovahiyê ye ku li dijî modernîteya kapîtalîst ya sedema krîza avhewayê, tê bikoşe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/muaO2Vh5-JQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>