Kazimî tevî şandeyeke hikumetê serdana Tehranê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyeke mezin a hikumetê, li ser vexwendina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, çû Tehranê.

Kazimî tevî şandeyeke hikumetê serdana Tehranê kir
12 îlon, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniya xwe ya beriya çûyînê, got: "Armanca serdanê xurtkirina têkiliyên dualî û vekirina deriyê hevkariyê di hemû aliyan de ye."

 Kazimî wiha dewam kir:" Iraq bi xurtkirina hevkariya stratejîk li gorî prensîbên piştgiriya aramî, hevkarî û dostaniyê, li herêmê roleke sereke lîstiye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kazimî dê bi hejmarek ji rêveberên Îranê re bicive, her wiha di serdanê de dê dosyayên berjewandiya hevpar û hevkariya herdu aliyan were nîqaşkirin.

(dx)