Li Hesekê pêşangeheke hunerî

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşma "Hunera min hêviya min e" pêşangeheke wêneyan li bajarê Hesekê vekir.

Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
Li Hesekê pêşangeheke hunerî
11 îlon, 2021   16:27
HESEKÊ

Bi armanca pêşxistina behreya hunera şêwekariyê li gel xwendekaran, Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêşangeheke wêneyan li parka Rêbertî ya bajarê Hesekê vekir.

Bi dehan xwendekar û şênî di dema vekirina pêşangehê de amade bûn.

Dayika şehîd Alan Hesekê, Sebah Hec Mihemed deriyê pêşangehê vekir.

Di pêşangehê de derdora 50 tabloyên hunerî ku 15 xwendekaran xêz kirine hatin pêşandin. Wêneyên di pêşangehê de balê dikişîne ser berxwedan, şehadet û têkoşîna jinan. Her wiha wêneyên rêber Abdulalh Ocalan û şehîd Hevrîn Xelef hatin pêşandan.

Şêwekar Hebîb Ebdulqadir diyar kir ku komeke şêwekar destek dan xwendekaran da ku ev pêşangeh were vekir û got, armanca ji pêşangehê "Ji nifşên bê re ku xwedî li hunera xwe derkeve, bibe destpêkek."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bma8M-CVS1c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>