72 girtiyên Behdînan dest bi greva birçîbûnê kir

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd ragihand ku 72 girtiyên Behdînan dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa tenduristiya wan ne baş e û ji bedana wan 40 kg kêm bûye.

72 girtiyên Behdînan dest bi greva birçîbûnê kir
11 îlon, 2021   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd diyar kir ku ji 6’ê Îlonê ve 72 girtiyên Behdînan ku ji rojnameger, aktîvîst, mamoste, pêşmergeyên dêrîn û nivîskaran pêk tê dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa tenduristiya wan ne baş e û 40 kg ji wan kêm bûye.

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd di daxuyaniya xwe de wiha tîne ziman: “Bi navê xizmên girtiyên Behdînan daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî, parlamentoya Kurdistanê, Iraqê, Desthilata Pêkanînê, dadwerî û nûnerên welatan ên li Hewlêr û Bexdayê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku serdana girtiyên Behdînan ên bi neheq hatine girtin bikin û zextê bikin ku mafên wan ên yasayî werin dayîn.”

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan  Eyhan Seîd daxwaz kir ku divê her 4 daxwazên girtiyên Behdînan were pêkanîn:

-Rê were dayîn girtî bikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.

-Girtî ji Girtîgeha Asayîşê werin veguhestina Girtîgeha Çaksazî ya Gewran, ji ber ku Girtîgeha Asayîşê gelek ne baş e.

-Dadgeha Giştî dosya wan çareser bike ku zêdetirî salekê bi armanc nayên dadgehkirn.

-Hemû girtî sivîl in û tu belgeyek li ser wan nîne ku sûcdar bin. Lewma divê li gorî yasaya hejmara 35 a rojnamegerî ya Kurd û yasaya hejmar 11 ya xwepêşdanê werin dadgehkirn. Ne yasaya 1 a hejmara 21 ya sala 2003’yan a têkdana asayîşa herêmê.

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan  Eyhan Seîd ragihand rewşa tenduristiya wan gelek xerabe û ji bedana wan 40 kîlogrema ketiye.