Miqdad : Tirkiyê bi qutkirina avê li ser Hesekê karekî dermirovî dike

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad di hevdîtinekê de li gel nûnerê NY'yê yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen, qutkirina avê ji ser milyonek şêniyên Hesekê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li NY’yê kir ku li hember van kiryarên dengê xwe bilind bike.

Miqdad : Tirkiyê bi qutkirina avê li ser Hesekê karekî dermirovî dike
11 îlon, 2021   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi Sûriyê Gier Pedersen got, wî bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re li ser bendên bengehîn ên gera pêş ji civînên komîteya destûrê li hev kir.

Pedersen di civîneke çapemeniyê de danûstandinên di navbera wî û Miqdad li Şamê de çêbûn bi baş wesif kir û wiha got: "Der barê pêkanîna biryara NY’yê ya 2254’an de danûstandinên serkeftî çêbûn. Me di van danûstandinan de behsa gelek astengiyên li hember Sûriyê û rewşa meydanî li tevahî herêmên Sûriyê kir."

Miqdad behsa kiriyara dermirovî ya qutkirina avê bi awayekî bênavber li ser zêdetirî milyoneke şênî li Hesekê û herêmên derdora wê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li NY’yê kir ku li hember van kiryaran dengê xwe bilind bikin.

Komîteya destûrê gera 5’an a li navenda NY’yê ya li Cinêvê di 29’ê Çileyê de bi dawî kir, ew ger jî mîna gerên beriya wê bê encam bi dawî bû.

(fr)