Li Mexirbê Ixwan Musilimîn derbeyeke din xwar

Çavdêran diyar kirin ku binketina Partiya Edalet û Tenmiye li Mexribê, nedihat texmînkirin. Bi vê têkçûnê re, rêxistina Ixwan Musilimîn derbeyeke din piştî Tûnisê xwar.

Li Mexirbê Ixwan Musilimîn derbeyeke din xwar
11 îlon, 2021   08:14
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Partiya Edalet û Tenmiye ku girêdayî şepela "Îslama siyasî" ye, di hilbijartinên parlamantoyê de tenê 12 deng wergirt û li ser vê yekê daket rêza 8`an.

Ruxmî ku cûdahiyeke mezin heye, lê dîsa jî hin kes dibînin ku encameke wiha diyarker bû. Têkildarî vê yekê nivîskar û rojnamevanê mexribî Ebdulnebî El-Şerat got, encamên hilbijartinên Mexribê yên îsal bi her tiştî xwe cihêwaz bû û di demekê de ku guhartinên herêmî û navneteweyî hene, ev hilbijartin hatin lidarxistin.

Partiya Edalet û Tenmiye a Mexribê di pêvajoya deh salan de du caran hikumeta Mexribê hikum kir. Di van salan de sûcên mezin kirin, ji wan nirxê madeyên jiyanê yên pêwîst bilind kir, zext li welatiyan kir ku bacan bidin, lê gelek şîrketên kapîtalîst ên mezin efû kir.

KÊFXWEŞIYA MEXRIBIYAN

Nivîskarê mexribî destnîşan kir ku piştî encamên hilbijartinên ku tê de Partiya Edalet û Tenmiye ya Mexribê giraniya xwe wenda kir, di qadên civakî, siyasî, çapemenî, çandî û heta di civaka hin aliyên nêzî wê de jî kêfxweşiyek çêbû.

ꞌMEXRIBÎ LI BENDA AVAKIRINA HIKUMETA NÛ NEꞌ

Di pêvajoya deh salan de û di serdema hikumê îslamiyan de, mixribiyan gelekî li ber xwe da û roja 8`ê vê mehê li benda avakirina hikumeta nû bûn ku îslamî tê de tune bin.

 (eh)

ANHA