Li Dêrikê ciwanan PDK'ê şermezar kir û gerîla silav kir

Li Dêrikê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşekê êrişên PDK'ê yên li dijî gerîlayan şermezar kirin.

Li Dêrikê ciwanan PDK'ê şermezar kir û gerîla silav kir
Li Dêrikê ciwanan PDK'ê şermezar kir û gerîla silav kir
Li Dêrikê ciwanan PDK'ê şermezar kir û gerîla silav kir
Li Dêrikê ciwanan PDK'ê şermezar kir û gerîla silav kir
9 îlon, 2021   18:54
QAMIŞLO

Bi armanca şermzarkirina tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li ser qadên gerîla yên Herêmên Parastinê yên Medyayê de, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê dest pê kir û di nava kolanên bajar de geriya. Ciwanan li gel meşala diruşmeyên şeremzarkirina xiyaneta PDK'ê û silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Meş li qada Azadî veguherî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Orhan Hesen axivî û got: "Em ê asta têkoşîna heta rizgarkirina rêbertî û bidawîkirina tecrîda li ser hatiye ferzkirin, bilind bikin. Her wiha em xiyaneta PDK`ê ku 7 gerîla şehîd xistin, şermezar dikin."

Hesen bang li ciwanên şoreşger ên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku tev li şerê azadiyê yê li dijî faşîzma Tirk û xiyanetê bibin.

Mîtîng bi sloganên "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

(eh)

ANHA