Li Helebê jinan çareseriyên bi dawîkirina diyardeya tundiyê nîqaş kirin

Li Helebê têkildarî diyardeya tundiya li ser jinan û rêbazên çareserkirinê panelek hate lidarxistin, hate gotin ku divê kesên tundiyê li jinan dikin werin cezakirin û parastina jinan were xurtkirin.

Li Helebê jinan çareseriyên bi dawîkirina diyardeya tundiyê nîqaş kirin
Li Helebê jinan çareseriyên bi dawîkirina diyardeya tundiyê nîqaş kirin
Li Helebê jinan çareseriyên bi dawîkirina diyardeya tundiyê nîqaş kirin
Li Helebê jinan çareseriyên bi dawîkirina diyardeya tundiyê nîqaş kirin
7 îlon, 2021   13:57
HELEB

Bi sernavê "Çima têm kuştin" Nivîsgeha Jinan a Saziyên Civaka Sivîl a Helebê bi beşdarbûna bi dehan jinan panelek têkildarî tundiya li ser jinan li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Panel bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê sinevîzyoneke li ser tundiya li ser jinan hate pêşandan.

Endama Nivîsgeha Jinan a Saziyên Civaka Sivîl Sûzan Henan behsa sedemên tundiya li ser jinan û cûreyên wê kir û got: "Ji sedemên tundiya li ser jinan ne wekheviya di navbera her du zayendan de û pîvanên ku tundiya li ser jinan qebûl dikin e."

Sûzan Henan bi domdarî got: "Jina zane li azadiya xwe digire û bê tirs ji bo bidestxistina azadiya xwe dixebite. Azadî mirov nezan ê ne serbixwe ditirsîne. Lêgerîna li azadiyê şerê ku jin bi tena xwe li hemberî civakê dike. Lê mêr bi navê qanûn, adet û ol azadiya jinan red dike."

Sûzan Henan her wiha behsa cûreyên tundiya li ser jinan kir û wiha rêz kir: Tundiya eşîrtî, tundiya fîzîkî, tundiya cinsî, tundiya derûnî.

Her wiha got: "Tundiya li ser jinan dibe ku bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê û yên dirûnî ji bo jinan bîne, her wiha dibe ku bibe sedema xwekuştina jinan."

Sûzan Henan îşaret pê kir ku hiştina kesên ku tundiyê pêk tînin, bêhesabxwestn dihêle ku tundî zêdetir bibe.

PERWERDEKIRINA CIVAKÊ BINGEH E

Endama Nivîsgeha Jinan a Saziyên Civaka Sivîl Yara Hesko jî behsa rewşa jinên sûrî di pêvajoya şer de kir û diyar kir jinan para herî zêde ji şer û encamên aloziyê wergirt.

Her wiha îşaret bi qanûnên Rêvebriya Xweser ên ku der barê jinan de derxistine kir û wiha domand: "Meclisa Qaûnsaz a Rêveberiya Xweser ji bo parastina jinan gelek qanûn derxistine, ji wan qedexekirina zewaca di temenbiçûk de, cezakirina qetilên jinan bi navê şerefê, zewicandina bi darê zorê û pirjinanî."

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, diyar kir ku tundiya li ser jinan bi têkoşîna li dijî tundiyê, cezakirina kesên tundiyê dikin li gorî qanûnan, xurtkirina parastina jinan û hişyarkirina civakê, bi dawî dibe.

ANHA