'Şerê taybet ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye çêkirin, divê ciwan li hemberê bisekinin'

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cimêlî bang li ciwanan kir ku li hember şerê taybet bisekinin ku dewleta Tirk bi gelek rêbazan li dijî herêmê dimeşîne.

'Şerê taybet ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye çêkirin, divê ciwan li hemberê bisekinin'
7 îlon, 2021   03:16
MINBIC

Di vê dawiyê de axaftina li ser şerê taybet zêde bûn ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Her wiha gelek şaxên şerê taybet hene; şerê derûnî, qirkirina çandî, asîmîlekirina exlaqê, belavkirina û propagandaya hişbirê, sorkirina civakê li dijî rêveberiyê, derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyan de, belavkirina nefretê li ser bingeha etnîk, mezheb û olî.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo şerê xwe yê taybet  ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ajan û sîxuran li herêmê ava dike da ku ew jî fîtne û propagandayan di nava civakê de belav dikin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku ciwanan bê hêz bike û wan dûrî armancên wan ên sereke bikin.

Tevî wan hemûyan jî, hewl didin hişbirê belav bikin û bi rêya belavkirina hin mijaran mejiyên wan mijûl bikin, da ku bi çarenûsa xwe mijûl nebin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cimêlî wiha got: "Şerê taybet ji aliyê modernîteya kapîtalîzmê ve hatiye çêkirin da ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelan bimeşîne. Armanca wê ya destpêkê ciwanan ji hêz, cewher û exlaqê wan vala bike û wan di aliyê îdeolojî de lawaz bikin."

Ehmed El-Cimêlî wiha pê de çû: "Şerê taybet bi rêya hişbirê, propagandaya wê, teknolojî, dezgehên çapemeniyê, belavkirina agahiyên nerast di mejiyê ciwanan de û tirsandina çîna ciwanan tê meşandin."

El-Cimêlî bal kişand ser xeteriyên şerê taybet û got, ciwan dînamîka civakê ne, divê li hemberî vê şer hişyar bin.

El-Cimêlî wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet çîna ciwanan dike armanc û ajanan li herêmê bi pereyan çêdikin, dikin çete û li hember şêniyan bi kar tînin û ji bo şer dişînin dewletên dîtir, da ku bêhêviyê di ciwanan de ava bikin û bihêle derkevin derveyî Sûriyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9pJ5Ks0aKyA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>