​​​​​​​Dibistan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne

12`ê Îlonê deriyên dibistanan li pêşiya xwendekaran vedibin, gelek guhartinên nû di meteryalan de çêbûne. Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kir ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê tedbîr girtine.

​​​​​​​Dibistan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne
7 îlon, 2021   01:50
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê meteryalên perwerdeyê bi sê zimanên sereke; kurdî, erebî û suryanî hatine amadekirin, her pêkhateyek bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibîne.

Êdî perwerde ji bo tevahî merheleyan giştî ye, her xwendekarek dikare perwerdeya xwe bê rawestandin di merheleya seretayî û navîn de temam bike û her wiha dikare di amadehî şaxên wê yên zanistî, wêjeyê û pîşeyê bixwîne û heta bigihîne merheleya zanîngehê.

Desteya Perwerde û Fêrkirin îsal 19 dibistanên amadehî bi şaxên wê yên pîşeyî (Bazirganî, Sîna, çandinî û tenduristî) vedike. Ev dibistan  li herêma Cizîrê ne ku cara yekemîn e tên vekirin.

AMADEKARÎ

Piştî ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi amadekariyên xwe yên sala nû ya perwerdeyê ya 2021/2022 kir, di 12’yê vê Îlonê de dibistan li pêş xwendekaran vedibin. Dewama îdarî ya mamosteyan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran dest pê kiriye.

/kr/uploads/files/2021/09/06/200149_-.webp

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku beriya sala perwerdeyê dest pê bike, amadekarî hene ku ew jî; paqijkirina dibistanan, tomarkirina navên xwendekaran, amadekirina lîsteyên wan, amadekariya pirtûkan da ku li xwendekaran werin belavkirin.

Têkildarî guhartina di meteryalan de çêbûye, Rohat Xelîl wiha got: "Her sal guhertin di meteryalan de çêdibe, ev jî li gorî pêwîstiyê ye, ji ber ku meteryalê ku nayê guhartin ji esasê xwe ve mirî ye."

GUHARTINA METERYAL

/kr/uploads/files/2021/09/06/200210_img_3299.webp

Hevserokê Saziya Meteryalan Mekseb El-Seyah axivî û got: "Xebata perwerdeyê berdewam e û her tim tê guhartin, ji aliyê zanistî ve ger li ser yek meteryalê bimîne; şaş e, her wiha berdewama li ser meteryaleke sabît jî şaş e."

El-Seyah bal kişand ser guhartina meteryalan û wiha dewam kir: "Her roj vedîtinên nû hene, fikreyên nû ku  fikreyên berê vala pûç dikin hene, di encamê de divê meteryal li gorî guhartinan were nûkirin, ji lew ra divê hin guhartin di meteryalan de çêbibe û li gorî guhartina zanistî ya ku di cîhanê de çêdibe be."

El-Seyah da zanîn ku piştî şaştiyên di meteryalan de hatin îsbatkirin, guhartin pêk hat û di encamê de şaştiyên di pirtûkên wêjeyî de  çi yên bi zimanê kurdî be yan jî bi zimanê erebî be hatin sererastkirin.

Hevserokê Saziya Meteryalan destnîşan kir ku pirtûka Zanistên Civakî ya refa dehan a bi zimanê kurdî hema bêje bi temamî hate guhartin, her wiha pirtûka zimanê kurdî ya refa şeşan jî hate guhartin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Heta astekê ev guhartineke giştî bû û guhartin li gorî proseya perwerdeya zanistî ku xwe dispêre guhartinên hewcedar pêk hat."  

PIRTÛKEK NÛ HATE ZÊDEKIRIN

Mekseb El-Seyah diyar kir ku îsal pirtûka Zanista Jinelojî derbasî refa 11`an bi her du pêkhateyên Kurd û Ereb dibe, li gorî xwezaya herêmê guhartineke giştî di pirtûkê de çêbûye.

Par hejmara xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 863 hezar û 655 û hejmara mamosteyan gihaşt 40 hezarî.

20 HEZAR MAMOSTE HATINE AMADEKIRIN

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl da zanîn ku ji bo sala nû ya perwerdeyê 20 hezar mamoste hatine amadekirin. Ev mamoste li akademiyên taybet hatine perwerdekirin.

ꞌBEŞÊN NÛ LI QONAXA NAVÎN HATIN ZÊDEKIRINꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/06/200229_-...-1.webp

Der barê vekirina dibistanên taybet bi beşên pîşesaziyê yê qonaxa amadehî de  Rohat Xelîl wiha axivî: "Hejmara xwendekarên ku ezmûnên qonaxa navîn anku refa nehan pêk anîne gihaşt 9 hezar xwendekarî û piştî derketina encaman û serkeftina wan a di ezmûnan de, me biryar da ku dibistanan vekin da ku îsal bikarin perwerdeya xwe di dibistanên amadehî yê pîşesaziyê bi şaxên xwe yê pîşesazî, bazirganî, çandinî û tenduristî temam bikin."

Rohat Xelîl têkildarî qebûlkirina xwendekaran di van dibistanan de got, qebûlkirina xwendekaran a ji herêmê heta herêmekê tê guhartin, da ku xwendekar cihên xwe di van şaxan de û beşên zanistî û wêjeyî de bigirin.

LI KAMPAN DIBISTANÊN DIN HATIN VEKIRIN

Rohat Xelîl bal kişand ser rewşa xwendekarên ku ji Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne û ev lê zêde kir: "Em ê perwerdekirina xwendekarên xwe yê koçber berdewam bikin. Em niha bi rêya plansaziyên Desteya Perwerdê hewl didin dibistanên din li kampan vekin."

PLANSAZIYÊN BI ARMANCA PÊŞÎLÊGIRTINA VÎRUSA KORONAYÊ

Têkildarî belavbûna pêla çaran a vîrusa Koronayê Rohat Xelîl destnîşan kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê planên cuda ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê danîne û bi domdarî got: "Tedbîrên me hene da ku vîrus li dibistanan belav nebe, em ê xwendekaran di refan de bikin du beş, her 15 xwendekar di polekê de bin û di her daniştekekê de xwendekarek dê rûnê."

Rohat Xelîl piştrast kir ku dê çavdêrekî tibî hebe da ku rewşa tenduristiya xwendekaran bişopîne, hem ji aliyê paqijiya takekesî û hem jî lixwekirina maskan û dûrketina ji kombûnê. Li aliyekî din jî desteyê dewma dibistanan kir du dewam.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl têkildarî pirsa; ger qedexeya giştî were ragihandin got "Hemû wane hatine tomarkirin, em ê waneyan ji refa yekê heta 12`an bi rêya online bidin. Dê kom hebin û dê rewşa wan were şopandin û ji aliyê mamosteyên wan ve dê werin nirxandin. Ger qedexe berdewam bike jî divê em planekê ji ezmûnan jî deynin."

METERYALÊN ZANISTÎ DI HER SÊ ZIMANAN DE WEKÎ HEV IN, LÊ JI ALIYÊ WÊJEYÎ VE CUDA YE

Hevserokê Saziya Metiryalan Mekseb El-Seyah diyar kir ku meteryalên girêdayî Rêveberiya Xweser ji qonaxa pêşdibistan heta refa 12`an bi zimanên kurdî, erebî û suryanî ne, lê hin cihêwaziyên ziman ê girêdayî her pêkhateyekî hene.

El-Seyah destnîşan kir ku pirtûkên zanistî ji sedî sed wekî hev in, lê hin cihêwazî di pirtûkên wêjeyî de ne, pirtûkên din jî hemû ji derhêneriya saziya meteryalan a ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye erkdarkirin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9hi-dVh1MIU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>