ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-09-2021
6 îlon, 2021   23:00

-Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan têkildarî qetilkirina jina ciwan Aye El-Hecîc daxuyaniyekê li pêşyia navenda Kongreya Star a bajarê Hesekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-12`ê Îlonê deriyên dibistanan li pêşiya xwendekaran vedibin, gelek guhartinên nû di meteryalan de çêbûne. Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kir ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kampa Serdem parçeyek ji erdek bûr bû û  hema bêje çolistan bû, lê koçberên Efrînê kirine cihekî keskahî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ingilîzan navê "goristana împratoriyan" lê kir û ji serokê Amerîkayê Joe Biden re ev nav bi bîr xist. Gelo çima Efganistan di dirêjahiya dîroka xwe de di navbera împratoriyên mezin ên cîhanê de bû? Gelo çima ev împratorî nema? Gelo çareya veşartî ya vî welatî ku hîna jî rêveçûna wê nepenî ye di ku de ye?

ANALÎZ

- Guherînên siyasî bi qasî ku civakan vediguherînin, ew qas roleke mayînde û çêker dilîzin. Veguherînên civakî li gorî guherînên di qadên îdarî, leşkerî, civakî, siyasî, çandî û aborî de pêk tên. Rêbazên birêvebirinê yên civakan li gorî ferasetên wan çêdibin. Rêveberiyên siyasî yên modelên zîhniyetên heyî, ji qralên xweda heta modelên modern ên komarên netewedewletê, ji modernîteya kapîtalîst a ezmûnên desthilatê heta rêveberiyên sosyalîstî, xwedî çareserî nîn in. Çi krîzên herêmî an jî çi krîzên lokal û çi jî pirsgirêkên civakî û ekolojîk ên gerdûnî, di çavkaniya wan de ev qalibên ferasetê hene.

JIN

-Jinên bajarê Kobanê li hemberî êriş û xeteriyên derve yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga xurtkirina parastina cewherî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cimêlî bang li ciwanan kir ku li hember şerê taybet bisekinin ku dewleta Tirk bi gelek rêbazan li dijî herêmê dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA