​​​​​​​Jinên kobanî: Di parastina herêmên me de divê em xwe nespêrin tu kesî

Jinên bajarê Kobanê li hemberî êriş û xeteriyên derve yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga xurtkirina parastina cewherî kirin.

​​​​​​​Jinên kobanî: Di parastina herêmên me de divê em xwe nespêrin tu kesî
7 îlon, 2021   04:20
KOBANÊ

Li gel zêdebûna gef û êrişên derve yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de û sorkirina şêniyan li dijî rêveberiyê girîngiya hevgirtina civakê û xurtkirina parastinê derdikeve pêş.

Li ser mijarê jinên ji bajarê Kobanê diyar kirin ku parastina herêmê erkeke ku ne tenê ji hêzên leşkerî û ewlehî tê xwestin, di heman demê de berpirsyartiya tevahî ferdên civakî ye.

/kr/uploads/files/2021/09/06/205645_-.webp

Nazê Mihemed Elî got: " Di parastina herêmên xwe de, divê tu kes xwe nespêre hêzên leşkerî yan jî ewlehiyê, divê piştgiriya wan hêzan bikin û parastina herêmên xwe bikin, ji malê bigire û heta bi taxên xwe."

Nazê Mihemed bang li şêniyan kir ku hişyar bikin û tev li Hêzên Parastina Civakî an jî xweparastinê bibin û got, parastin erkeke û dikeve ser milên her kesî.

Nazê Mihemed Elî da zanîn ku divê her kes çi jin çi mêr xwe fêrî bikaranîna çekê bibe û herêmên xwe ji dagirker û êrişên biparêze.

/kr/uploads/files/2021/09/06/205629_-.webp

Endama Hêzên Parastina Civakî Sefa Ebdullah got: "Em xwe naspêrin hêzên derve ku dibêjin em ê parastina herêmên we bikin, lê em li kêleka hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina herêmên xwe dikin, her wiha em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî YPG, YPJ û QSD'ê dikin."

Sefa Ebdullah bang li şêniyên herêmê kir ku xwe nespêrin hêzên derve, lê tev li Hêzên Parastina Civakî bibin û li dijî êrişên dijmin bisekinin.

Sefa Ebdullah destnîşan kir ku gelê herêmê dikare parastina herêmên xwe bike û hewcedariya wan bi hêzên derve ve tune ye.

/kr/uploads/files/2021/09/06/205613_-.webp

Welatiya bi navê Xanim Îbrahîm jî got, divê gelê herêmê xwe nespêrin hêzên derve yê li herêmê, lê bi xwe parastina herêmên xwe bikin."

Xanim Îbrahîm got, YPG û YPJ'ê sînorên herêmê diparêzin û wiha domand: "Divê gelê me hundirên herêmê çi gund be an navçe be an jî bajar be biparêzin. Heger gelên herêmê herêmê ji êrişî û dagirkeran nepaêrzin tu hêzên derve yên li herêmê yanî aliyên din naparêzê."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PlxRfAx64XI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>