Balafirên Rûsyayê li gundewarê Idlibê êrişên nû pêk anîn

Vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê li dijî bajarokên li gundewarê başûrê Idlibê êrişên nû pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê li gundewarê Idlibê êrişên nû pêk anîn
6 îlon, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê li dijî deverên li Kensefra, El-Fitêra, Eyn Laroz yên çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê êriş pêk anîn. Agahiyên li ser wendahiyên canî nehatin bidestxistin.

Duh sibehê jî balafirên şer ên Rûsyayê li diî bajarokên Bare yê başûrê Idlibê, derdorê Keferêdîn, Şêx Sindiyan ên gundewarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê, her wiha derdorê Kebane ya bakurê Lazîqiyê zêdetirî 9 caran bombebaran kiribûn. Her wiha derdorê nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker li Bare hatibû bombebarankirin.

(cx)