Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera damezirandinê soza berdewamkirina têkoşînê da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera damezirandinê xwe de daxuyaniyek da û tê soza berdewamkirina têkoşîna demokratîk, siyasî û civakî da heta ku Sûriyeyeke aram, demokrat ku nûnertiya vîna hemû sûriyan dike, tê avakirin.

Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera damezirandinê soza berdewamkirina têkoşînê da
6 îlon, 2021   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 6`ê Îlonê salvegera sêyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina 7 rêveberiyên xweser û sivîl in. Ev rêveberî bi armanca ku biryarên xwe bike yek, bi hev re kar bikin da ku zimeta gelên herêmê bikin hat avakirin.

Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da raya giştî. Tê de got ew ji 3 salan ve bi hemû rêbazan ji bo pêkanîna hêviyên gelên herêmê têdikoşe.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tevî hemû zehmetî û planên astengkirinê ku ji bo rê pêşiya pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser bigirin, lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya 3 salan bû projeyeke nîştimanî ya Sûriyê ku karîbû bi rêya xebata avakirina îradeya civakî berdewam bike û pêş bikeve."

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev yek hate piştrastkirin: “Di sekina li dijî terorê de û ji bo peydakirina modeleke yekane li Sûriyê bêyî ku zirarê bide yekitiya wê û ji bo ku nûnertiya rasteqîn a îradeya milyonan bike, Rêveberiya Xweser roleke dîrokî ya berbiçav lîstiye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya sê salan û heta niha bi hemû şêwazan ji bo pêkanîna hêviyên pêkhate û gelên herêmê têdikoşe. Her wiha roleke dîrokî ya berbiçav lîstiye ku li dijî terorê li ber xwe da û modela demokratîk a yekane li Sûriyê bêyî ku zirarê bide yekparebûna erdnîgarî û civakê, pêşkêş kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyeke demokratîk ku rastiya pirrengiya li Sûriyê nîşan bide, berdewam e. Wê bi rêya xebatên dîplomatî û siyasî yên berfireh da ku bi nûnertiyeke rasteqîn a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çareseriya siyasî bibe, gelek xebat meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser bi rewşa giştî ya Sûriyê bandor dibe, lê ruxmî gelek astengiyên aborî, dorpêç û hewldanên domdar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin rêveberiya li herêmê tune bikin, Rêveberiya Xweser heta rayedeke mezin pêdiviyên xizmetguzarî yên pêwîst ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda kirin û li hemberî hewldanên tesfiyekirinê yên leşkerî û siyasî li ber xwe da.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û saziyên ewlehiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên xizmetguzariyê û civakî bikin û xwedî li vê tecrubeya demokratîk derkevin.

Di daxuyaniyê de hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo rêgirtina li pêşiya pandemiya Koronayê hate bibîrxistin û hat gotin: “Rêveberiya Xweser li gorî derfetî heyî roleke mezin lîst ku rê li pêşiya belavbûna vê pandemiyê bigire û di vê çarçoveyê de zanabûn di nava civakê de belav kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser got: “Ji bo pêkanîna Sûriyeyeke aram û demokratîk ku nûnertiya vîna hemû sûriyan dike û ji bo rizgarkirina hemû warên dagirkirî, têkoşîna me ya têkoşîna demokratîk û siyasî dê berdewam bike. Ji bo parastin û pêşxistina vê tecurebeya pêşeng em dê kar bikin û kêmasiyên 2 salan derbas bikin. Em soz didin gel û şehîdan ku li ser asta siyasî nûnertiya wan bike û daxwazên wan ên demokratîk pêk bînin.

Bi vîneke xurt herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin da ku şêniyên koçber bi rûmet vegerin warên xwe, Sûriyeyeke yekgritî, aram û demokratîk ava bikin ku nûnertiya vîna hemû sûriyan dike.”

(şx)