Eniya Berxwedanê li Pencşêr soza dewamkirina berxwedana li dijî Talîbanê da

Piştî çend saetan ku Talîban îdia ku Pencşêr kontrol kiriye, Eniya Berxwedanê ya li Pencşîrê got berxwedana li hemberî Talîban berdewam e.

Eniya Berxwedanê li Pencşêr soza dewamkirina berxwedana li dijî Talîbanê da
6 îlon, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Nîştimanî ya Berxwedanê ku Ehmed Mesûd kurê serokê bakurê Efganistanê Ehmed Şah Mesûd bi rêve dibe, di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku şerê li dijî Talîban ê li geliyê Pencşîrê berdewam e.

Eniyê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Eniyê gelek nuqteyên stratejîk ên li geliyê kontrol kirine. Têkoşîna li dijî Talîbanê û hevkarên wê dê berdewam bike.”

Îro berdevkê tevgera Talîban Zebîhullah Mucahîd ragihandibû ku tevgerê wîlayeta Pencşîrê bi temamî kontrol kiriye.

 (şx)