Siyasetmedaran bang li Mesûd Barzanî kir: Dev ji siyasetên dijberî gelê Kurd berde

Siyasetmedarên Kurd got, çarenûsa hikumeta Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ye û bang li serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir ku dev ji siyasetên ku xizmeta Kurdan nakin, berde.

Siyasetmedaran bang li Mesûd Barzanî kir: Dev ji siyasetên dijberî gelê Kurd berde
1 îlon, 2021   05:33
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd didomîne. Ji 3'yê Nîsana borî ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên giran dibe ser Başûrê Kurdistanê. Li hemberî van êrişan gerîlayên azadiyê berxwedaneke mezin raber dikin.

Têkildarî mijarê gerînendeyê nivîsgeha PYD'ê ya herêma Firatê Osman Semo diyar kir ku dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yê Medyayê û hemû deverên ku Kurd lê ne, dike û got: "Armanca wê ji van êrişan têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Lê em dibêjin ku ku heger ev tevger tunebaya wê herêma Kurdistanê tunebaya."

Osman Semo da zanîn ku divê PDK'ê dev ji siyasetên xwe yên dijberî gelê Kurd û doza kurdî berde û diyar kir ku gelê Kurd ji kiryarên PDK' yên ku dikevin xizmeta APK'ê, nerazî ye.

Osman di berdewama axaftina xwe de got: "PDK'ê ji bo berjewendiyên kesayetî û malbatî dixebite, hêzên leşkerî û siyasî yên li Başûrê Kurdistanê serwer dike û tu kesên din qebûl nake. Ji bo PDK'ê bûyerên ku li parçeyên din ên Kurdistanê diqewimin ne girîng in, ev yek şaş e, divê PDK'ê ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite. "

Endamê Meclisa Partiya Aştîya Demokrat a Kurdistanê ya herêma Firatê Mihyedîn Hemê jî got, divê PDK'ê di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de, bi dagirkeriya Tirk re nebe hevkar, ji ber ku dê bibe sedema şerekî navxweyî ku Erdogan hewl dide derxîne.

/ar/uploads/files/2021/08/31/183820_mhydyn-hmy.webp

Hemê diyar kir ku eger şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derkeve dê gelê Kurd hemû destekftiyên ku li Rojava û Başûr bi dest xistine winda bike û dê rastî qirkirinê were.

Hemê bang li Mesûd Barzanî kir ku dev ji siyasetên ku xizmeta gelê Kurd nakin, berde.

Di dawiya axaftina xwe de endamê Meclisa Partiya Aştîya Demokrat a Kurdistanê ya herêma Firatê Mihyedîn Hemê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hember dagirkeriya Tirk bisekine û piştrast kir ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e.

(dm)

ANHA