Koçberên Efrînê: Civata navneteweyî şirîkê sûcên dewleta Tirk e

Koçberên Efrînê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin û gotin, berxwedana gelê Kurd dê li dijî faşîzma dewleta Tirk bidome.

Koçberên Efrînê: Civata navneteweyî şirîkê sûcên dewleta Tirk e
5 îlon, 2021   23:38
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk sûcên xwe li dijî sivîlan berdewam dike, bi taybet kesên ku ji ber hovîtiya artêş û çeteyên wê reviyane û li kamp û herêmên ewle bicih bûne, çi li Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê, çi jî li Minbic, Eyn Îsa û Til Temrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.

Dewleta Tirk a dagirker 3'yê Îlonê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Êvara 4'yê Îlonê jî bi balafiran herêma Berwarî Bala ya Dihokê bombebaran kir û hate gotin ku gaza kîmyawî hatiye bikaranîn. Lê li hemberî êrişên dagirkirî yên bi armanca dagirkirin û zindîkirina Mîsaqa Millî civata navneteweyî bêdeng e.

/kr/uploads/files/2021/09/05/194425_-.webp

Emîne Osman a ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê koçber bajarokê Babins ê Şehbayê bûye got: "Vîna me azad e û li hemberî her kesên ku hewl didin bişînin dibe bend."

/kr/uploads/files/2021/09/05/194447_-.webp

Fexrî Silêman ê ji Efrînê û koçberî navçeya Fafîn a Şehbayê bûye diyar kir ku berxwedana gelê Kurd li çar parçayên Kurdistanê hê jî wekî striyekê di

qirika dewleta Tirk de ye û bendavek pêşiya pêknîna armancên wê ye, ji ber vê yekê sûc û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne. /kr/uploads/files/2021/09/05/194513_-.webp

Koçbera bi navê Kîfah Koto  ku li kampa Barxwdan Şehba dimîne got, civata navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên cîhanê bi giştî û gelê Kurd bi taybet e.

Koçberên Efrînê  bang li civata navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelên herêmê bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XLL7ecQkcTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>