‘Divê her der veguhere navendên ku xweparastin lê tê birêxistinkirin’

Hekem Xelo bal kişand ser girîngiya xweparastina civakî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got “Divê hemû kolan, kuçe û mal bibin navendên xweparastina civakî."

‘Divê her der veguhere navendên ku xweparastin lê tê birêxistinkirin’
6 îlon, 2021   01:55
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên cîhanî êrişên xwe dijwartir kirin. Her wiha nîqaşên li ser çawaniya xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo axivî û destnîşan kir ku xweparastin ji bo gelan gelekî girîng e.

Hekem Xelo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li ser tunekirina neteweyên din ava kiriye û wiha got: "Dewleta Tirk ji dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî û vir ve dixwaze li Rojhilata Navîn ji nû ve xurt bibe. Di vê çarçoveyê de bê navber êriş dike. Ji Împaratoriya Osmanî heta dewleta Tirk her tim li vê xakê di pozîsyoneke dagirker de bûn. Wan tu carî koka xwe li ser vê xakê nedît. Lê Ereb, Kurd, Asurî, Ermen xwediyên resen ên vê axê bûn. Ji ber vê yekê her tim li dijî hemû êrişan xaka xwe parastine."

Xelo got li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker fikrên cuda di nava civakê de derketine holê û wiha pê de çû: "Yek ji van nêrînan ew e ku li gorî saziyên navneteweyî yên mafên mirovan ên li herêmê û helwestên hêzên cîhanî tev bigerin. Yeka din jî li hemberî van hemû êrişan xwebirêxistinkirin û hişyarkirina raya giştî ye. Ev vebijêrka duyemîn di civakê de deng vedide. Bûyerên dawî yên li Efganistanê nîşan da ku xweparastina civakî çi qasî girîng e. Heke civak bi feraseteke xweparastinê bihata birêxistinkirin, Talîbanê nedikarî Efganistan ew çend bi hêsanî bigirta. Xweparastin ne tenê li hemberî êrişên çekdarî, di heman demê de li dijî êrişên tunekirin û asîmîlasyonê jî gelekî girîng e."

Hekem Xelo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi çekan êriş dike û got:  "Hemû teknîka xwe ji bo tunekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Ekonomî, medya û bi aloziya ku di nava gel de derdixe, dixwaze civakê berteref bike. Her wiha qutkirina ava stasyona Elokê li ser Hesekê parçeyek ji van êrişan e. Divê em li dijî êrişên dewleta Tirk bi biryardarî tê bikoşin."

Xelo diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser gavên girîng biavêje da ku zehmetiyên gel kêm bike û wiha axivî:  “Divê Rêveberiya Xweser bergiriyan zêde bike û gel bi hêz bimîne, nemaze di demekê de ku hikumeta Şamê ambargo daniye. Desthilata li hember me, hewl dide avadaniya civakî bişikîne. Ji bo gelê Kurd parastina destkeftiyan gelekî girîng e. Ji bo gel teşwîq bike ku li vê xakê bimîne û pirsgirêkên heyî bi awayekî civakî çareser bike, divê gav bên avêtin."

Hekem Xelo diyar kir ku wek rûspiyan civînên gel li dar xistine û rojeveke sereke ya wan civînan xweparastina civakî bûye û got: "Aşkera ye ku dewleta Tirk li Efrîn û Girê Spî çi kir. Xweparastina civakî ji bo gel girîng e ku hev qebûl bike û ji pirsgirêkên xwe re çareseriyên hevpar bibîne. Îro ne tenê dewleta Tirk a dagirker Kurdan wek hedef hildibijêre. Li Girê Spî gelê Ereb kirin hedef. Her wiha êrişî gundên gelê Asûrî û Sûryan ên li Til Temirê jî dikin."

Xelo wiha domand: “Xweparastina di warê avakirina hebûn û pêşeroja gelan de gelekî girîng e. Divê gel xwe bi rêxistin bike. Xweparastina civakî ne tenê bi çekan, bi têkoşîneke bırêxistinbûyî dibe. Birêxistinkirina saziyan, birêxistinkirina civakê û veguherandina bajaran, veguherandina qadên jiyanê yên ewle, parçeyek ji xweparastina civakî ye.”

Hekem Xelo got dewleta Tirk a dagirker her tim propagandaya reş di nava gel de dike û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk dixwaze gel ji xaka xwe koçber bike. Li hemberî vê yekê divê wek civak em helwestê nîşan bidin. Divê gelê me li dijî êrişên ji bo tunekirina hêviya gelan, birêxistinbûn û hişmendiya xwe di çarçoveya xweparastina civakî de xurt bike. Divê hemû kolan, kuçe û mal bibin qadên birêxistinkirina xweparastina civakî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0aTYRgsKT_Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>