Şêwra Jinên Kurd bi dawî bû

Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî dagirkirina Kurdistanê bi standina biryaran bi dawî bû.

Şêwra Jinên Kurd bi dawî bû
5 îlon, 2021   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî dagirkirina Kurdistanê ji aliyê komîsyona jinan a TJK-E û KNK’ê  li Hollandayêhate lidarxistin. Ji Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek saziyên jinan û nûnerên saziyan tev li şêwirê bûn.

Di şêwirê de pirsgirêkên di navbera Kurdan de, yekitiya neteweyî, êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de ev xal derketin pêş ku divê yekitiya neteweyî were pêkanîn, li hemberî êrişên dewleta Tirk helwesteke hevpar were nîşandan û têkoşîn were geşkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku divê jin pêşengtiya vê yekitiyê bikin û divê ferasetên ku xizmeta dewletên mêtinger dike jî were teşhîrkirin. Di şêwirê de hin biryar hatin stendin.

Tê payîn ku biryarên di komîsyonê de wê sibê ji aliyê komîteya amadekar were ragihandin.