Di lûtkeya Bexdayê de dewletan berjewendiyên xwe nîqaş kirin û gel paşguh kirin

Beriya çend rojan li paytexta Iraqê Bexdayê lûtkeyek hat lidarxistin û tê de dewletên erebî û biyanî yên nakokiyên xwe zêde ne, amade bûn. Têkildarî vê yekê analîzên li ser encamên lûtkeyê berdewam dikin. Gelo çi ji vê lûtkeyê derket?

Di lûtkeya Bexdayê de dewletan berjewendiyên xwe nîqaş kirin û gel paşguh kirin
3 îlon, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Bi armanca kêmkirina nakokiyên herêmê li paytexta Iraqê Bexdayê lûtkeya ewlehiyê li dar ket, tê de dewletên erebî û biyanî amade bûn; Erebistana Siûdî, Îran, Îmarat, Tirkiye, Misir, Qeter, Urdin, Kiwêt û Fransa, rêxistinên erebî û navneteweyî.

Beriya lûtkeya Bexdayê û heta niha, hîna nîqaş li ser lûtkeyê hene, ger ev lûtke dikare pirsgirêk û nakokiyên dewletên beşdar de çareser bike yan jî rewşa Iraqê ya hundirîn baş bike?

Lûtke li Herêma Kesk a li paytexta Bexdayê li dar ket. Di lûtkeyê de dosyayên siyasî, aborî û ewlehî yên girêdayî Iraq û herêmê hatin nîqaşkirin. Ev lûtke di demekê de ku Iraq hewl dide rola xwe ya li herêmê vegerîne, li dar ket. Lê Iraqê heta niha nekarî mafên xwe yên avê ji dewleta Tirk bistîne, sûcên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê rawestîne. Her wiha Iraqê nekarî Îranê îqna bike ku ew destwerdanên li Iraqê kêm bike.

Di axaftina destpêkê ya lûtkeyê de, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî da zanîn ku ew qebûl nake ku Iraq bibe qada tesfiyekirina nakokiyan û got: "Na ji vegera têkiliyên nakok û şerê bêserûber re."

GIRÎNGIYA ROLA IRAQÊ LI HERÊMÊ

Analîzvanê siyasî yê iraqî Mistefa El-Seray wiha got: "Di lûtkeya Bexdayê de rola Iraqê ya stratejî li herêmê hat eşkerekirin, nexasim di nakokî û hevrikiya sêalî ya Erebistana Siûdî-Îran-Tirkiyê. Bi wê re Iraq rola girîng ji aliyê siyasî ve li herêmê lîst."

El-Seray wiha domand: "Ev lûtke ji bo rola Iraqê ya herî aktîf têkildarî aramî, pêkanîna ewlehiya herêmê û garantiya aştiya hêzên herêmê yên bibanor li dar ket."

Wêneyê wezîrê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan ê di dawiya lûtkeyê de gelek nîqaş bi xwe re anîn. Ew jî bi sedema sekna wî di rêza taybet bi serokên dewletan de. Wê seknê hişt ku gelek pirs bikin ka protokol binpê kiriye yan na?

Têkildarî dosyayên hatine nîqaşkirin, Mistefa El-Seray ev tişt got: "Gelek dosyayên herêmê, navneteweyî û hundirîn hatin nîqaşkirin, mîna doza ewlehî, herêmî, pêkanîna aramiya herêmê, hevkariya aborî di navbera dewletan de, sekna li hember terorê, xwedîderketina li zimanê diyalogê û lihevkirina li ser çarekirina dozên bigirêk nexasim ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de. Her wiha dozên piştevaniya navneteweyî, herêmên serweriyê, hegemonyaya navneteweyî, dozên germbûna gerdûnê hatin nîqaşkirin, her wiha dozên hundirîn hatin nîqaşkirin, jê jî pêkanîna hilbijartinên pêşwext li Iraqê."

El-Seray wiha domand: "Beşdaran girîngî da ku divê hilbijartin di dema wê de werin lidarxistin, piştevaniya rêveçûna demokrasiyê û ewlehiya hundirîn werin kirin. Li gel wê jî beşdaran piştrast kir ku dê piştevaniya Iraqê ji aliyê aborî ve bikin û fînansmanan bînin Iraqê."

El-Seray da zanîn ku di lûtkeyê de hin dozên girêdayî herêmê mîna krîza Sûriyê, nakokiyên di navbera Yemen û Lubnanê de, doza derbekirina keştiya li Kendava Erebî bi awayekî nepenî, di navbera dewletên beşdar de hatin nîqaşkirin.

TU ENCAMÊN GIŞTÎ PÊK NEHATIN

Li ser encamên vê lûtkeyê analîzvanê iraqî Mistefa El-Seray ev tişt got: "Heta niha tu encamên giştî pêk nehatin, lê tenê yek tişt pêk hat. Ew jî tevahî beşdaran li ser xwedîderketina mîna vê lûtkeyê li hev kir ku xebata peywendiyan geş dike."

El-Seray wiha pê de çû: "Dewletên beşdarî lûtkeyê bûne, li ser doza xwedîderketina li zimanê diyalogê û baweriya dualî di navbera aliyan de li hev kir, da ku nakokî û dozên bigirêk werin çareserkirin, nexasim di xîtaba Erebistana Siûdî û Îranê de. Ji ber ku Îranê di xîtaba xwe de li ser dozên nakok pir tund bû, nemaze doza piştevaniya Amerîkayê."

‛DIVÊ IRAQ VÊ YEKÊ LI DIJÎ DESTWERDANÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ BIKE DERFET’

El-Seray wiha li gotina xwe zêde kir: "Divê Iraq mîna van şansên herêmî û dîplomasî bi kar bîne, da ku encamên stratejî bi dest bixe, jê jî destwerdanên ewlehî û siyasî ji hêla dewleta Tirk û Îranê ve û hewldana dîtina nexşrêya hevsengiya di navbera welat de û parastina têkiliyên baş bi rêya dergehên destûrî û qanûnî ku ew jî yekitî û serweriya dewletê geş dikin. Ne ku bi rêya wekaletên van dewletan li herêmê pêk were yan jî Iraq bi taybet."

Li aliyekî din jî, Serokê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê wiha got: "Em nikarin xebatên lûtkeya Bexdayê bi vê hêsaniyê û di vê dema kurt a çend rojan ji lidarxistinê de binirxînin. Lê em dikarin hin analîzan bikin, bi taybet cara yekemîn e, çawa dê bandorê li iraqê û dewletên cîran bike. Ev lûtke ji bo Iraqê gaveke baş bû, ji ber Bexda bi demeke dirêj ji çi çalakiyên erebî yan jî herêmî qut bûbû û hatibû paşguhkirin. Her wiha ev gaveke destpêkê bû ku Iraq cihê xwe di Rojhilata Navîn de an jî di nava koma erebî de bigire."

Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî di lûtkeya Iraqê de beşdar bû. Ew yek jî piştî çend salan ji nebeşdariya ji civînên erebî yên hevbeş pêk hat. Ji ber dewletên Kendavê û erebî ji ji 2017’an ve Qeter boykot kiribûn û di 5’ê Çileya borî de di lûtkeya kendavê ya 41’an a li bajarê Ula yê bakurê rojavayê Siûdî hatiye lidarxistin ew boykot bi dawî bû.

Tevî kedên ji bo temamkirina xebata lihevanînê ya di navbera Qeter, dewletên Kendavê û Misirê ji aliyekî ve, dewleta Tirk û Misirê ji aliyekî din ve, her wiha çareserkirina nakokiyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, lê heta niha tu serkeftin û pêşketin çênebûn.

Di axaftina serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî de ya di lûtkeyê de ji bo Tirkiyê û tawanbarkirina wê bi nerêzgirtina li hember dewletên cîran û veguhastina terorîstan ji dewletên dîtir re, eşkere bû.

Her wiha Kadar Pîrê wiha berdewamî da axaftina xwe: "Gelek nakokî di vê lûtkeyê de hebûn. Ya yekê, bang û aliyên beşdarî vê lûtkeyê bûne, çi dewleta Tirk an jî Îran dibe yan jî dewletên erebî, bi taybet Misir. Nakokiyên di navbera beşdaran bi xwe de eşkere bûn, ev jî nîşaneya şiyarbûna Iraqê ye. Mîna ku Iraq dibêje; vegera min li cihê rast heye. Vegera li Komkara Ereb û dewletên Ereb ji serweriya Îranê li her tişt û her hûrgiliyên Iraqê baştir e. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a bi eşkere Iraqê bi şerê xwe yê li dijî Başûrê Kurdistanê bin pê dike."

‛DEWLETA TIRK NEGIHÎŞT ARMANCÊN XWE’

Pîrê wiha pê de çû: "Berî û piştî lûtkeyê topbarana dewleta Tirk berdewam bû, her wiha dewleta Tirk kampa koçberên Şengalê ya li herêma Zaxo bombebaran kir. Ev jî nîşaneya herî mezin e ku dewleta Tirk di lûtkeya ji bo armancên xwe beşdar bûye bi ser neket, bê guman ev dihat pêşbînkirin. Ji lew re serokomarê Tirkiyê beşdar nebû û yek li şûna xwe şand.”

Pîrê da zanîn ku rola hebûn Fransa aktîf bû, hemû nakokiya di navbera dewleta Tirk û Fransa de dizanin. Di destpêka lûtkeyê de yê zirar kiriye yan jî sûd ji vê lûtkeyê wernegirtiye eşkere bû. Anku sûdên wê yên ji berjewendî, êriş û destwerdana li dewletên cîran."

Li ser berjewendiyên aliyên beşdar bûn, Pîrê wiha anî ziman: "Tiştekî normal û xwezayî ye kesên beşdar bûne dê li berjewendiyên xwe bigerin. Tevahî dewletan li berjewendiyên xwe digerîn, tenê hin rêxistinên terorîst li berjewendiyên xwe nagerin, ji ber ji bo berjewendiyên dewletên din dixebitin, ji bo piştevanên xwe dixebitin. Ev yek jî li ser êrxistinên îslamê pêk tê, bi taybet rêxistina Îxwan El-Mislimîn. Bê guman li Iraqê gelek rêxistinên îslamî yên girêdayî Îranê hene û fikireya wan heman fikireya rêxistina Îxwan El-Mislimîn e. Her tim alîgirên derve ne."

Kadar Pîrê da zanîn ku di lûtkeyê de bi awayekî neyekser tawan dihat kirin. Lê di gotinên serokê Fransa û Misirê de mijarên kûr hebûn. Li ser kesên pirsgirêkan li herêma Rojhilata Navîn bi taybet Sûriyê û Iraqê çêdikin axivîn. Nav bêyî werin bibîrxistin eşkere bûn. Ji ber zimanê dîplomasiyê hakim bû."

Di vî warî de Pîrê wiha pê de çû: "Kesê zimanê dîplomasiyê bixwîne, kesê armanckirî nas dike yan jî dizane gotin ji bo dewleta Tirk û Îranê bû, lê nav nedihatin eşkerekirin. Lê belê daxuyaniyên piştî wê, anku serokkomarê Tirkiyê piştî lûtkeyê got hêzên wî nexweşxaneya Sekêniyê ya li Şengalê bombebaran nekiriye. Ev jî nîşane ye ku di diyalogên hundirîn de yan jî di daxuyaniyên nehatin eşkerekirin de, dewleta Tirk bi bombebaran û komkujiya li nexweşxaneyê de hat tawanbarkirin."

‛ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK RANEWESTÎN’

Kadar Pîrê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ranewestîn û got: "Êrişên dewleta Tirk ranewestîn û ranawestin jî. Ne piştî vê lûtkeyê û bi dehan lûtkeyên dîtir. Ev êriş dê tenê bi çareyeke giştî ji doza Kurd li Bakurê Kurdistanê re werin rawestandin. Berovajî wê kesên li benda dewleta Tirk in ku êrişên xwe rawestîne, sivîlan nekuje, xeyal û angaşt in. Ji ber ku wekî em dizanin ne kongre, ne lûtke, ne daxuyanî ne jî şermezarkirin dewleta Tirk disekinînin. Lê yê bihêle bisekine, sekna li hember wê ye yan jî dîtina çareseriyeke ji bo doza Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê yan jî hundirê Tirkiyê."

‛DEWLETA TIRK GELEK KAXIZAN LI DIJÎ IRAQÊ BI KAR TÎNE’

Li ser neaxaftina serokwezîrê Iraqê Kazimî ya têkildarî destwerdanên dewleta Tirk ên yekser Pîrê wiha got: "Beriya demekê Kazimî serdana Tirkiyê kir, 

 di navbera wan de diyalog, peymanên Iraq-Tirkiyê li dijî Kurdan çêbûn. Bi wê re destûr da hêzên dewleta Tirk ku bi kûrahiya 10 kîlometre derbasî Iraqê bibe."

Pîrê eşkere kir ku rewşa Iraqê ya niha ne baş e, nikare li hember dewleta Tirk bisekine ku gelek kaxizan li dijî wê bi kar tîne, çi aborî dibe yan jî komên terorîst dibe, da ku tevliheviyê çêke û pirsgirêkan di hundirê Iraqê de pêk bîne. Rewşa Iraqê ya niha û Kazimî nikarin li hember dewleta Tirk bisekinin. Di vê lûtkeyê de eşkere bû ku serokwezîrê Iraq Kazimî ji bo nekokiyên wê yên yekser bi dewleta Tirk re çênebin, xwe dida aliyekî.

‛KAZIMÎ LI PIŞTGIRIYA EWROPÎ Û EREBÎ DIGERE’

Têkildarî armancên Kazimî ji vê lûtkeyê Pîrê wiha got: "Ev gaveke ji bo Kazimî di Iraqê de ye ku rewşa xwe ya xwazayî û normal bigire ku piştevaniyeke ewropî wergire. Her wiha da ku piştgiriyeke siyasî û dîplomasî ya erebî hebe. Hebûna Erebistana Siûdî û Misirê di vê lûtkeyê de û piştevaniya wan ji serweriya Iraqê re sûdwariya yekemîn bû yan jî destpêka veguherandina Iraqê bû."

Girêdayî daxuyaniyên El-Sîsî Kadar Pîrê diyar kir ku ne pêkan e ji bilî mîna hatiye were xwendin, ji destpêkê ve ew eşkere bû. Siyasetmedar jiyana xwe bi propaganda û dîplomasiyê dest pê dike. Lê belê yên dibin general û vediguhere siyasetê pir zelal in, mîna serokê Misirê ku di saziya leşkerî de mezin bûye.

‛DEWLETÊN HERÊMÊ DÊ NÊZÎ HEV BIBIN’

Der barê encamên piştî lûtkeyê de Pîrê ev tişt got: "Di dawiyê de dê Siûdî, Îran û dewleta Tirk ji hev nêz bibin, bi taybet di dosyaya Iraqê de ya di navbera Îran û Siûdî de. Dibe ku çareyeke ji pirsgirêkên Iraq û Yemenê re bibînin. Ji ber nakokî mayînde namînin. Ji ber ev dewlet in û di navbera wan de berjewendiyên hevbeş hene."

Ajansa xwendekarên Îranê ya berfermî "Isna" daxuyandibû ku Tehran plan dike ku gera 4’an ji diyalogên bi Erebistana Siûdî re li Iraqê pêk bîne, ew jî piştî avakirina hikumeta Îranê ya nû.

Li aliyekî din jî, Wezareta Derve ya Misirê ragihand ku dê dest bi gereke nû ya diyalogên bi dewleta Tirk re di hefteya bê de bike ku bibe sedema normîlazekirina têkiliyên her du welatan.

Weliyê Ebû Zebî, cîgirê fermandarê bilind ê hêzên çekdar ên Îmaratê, Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bi telefonê roja duşemê bi hev re axivîn. Ew telefon piştî serdana şêwirmend ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Şêx Tehnon Bin Zayid ji Tirkiyê re pêk hat.

Der heqê sekna li hember dewleta Tirk de Pîrê destnîşan kir ku ji bilî daxuyaniyên yekser ên serokê Misirê tu daxuyanî ji dewleta Tirk re tune bûn, hemû daxuyanî kûr bûn an jî paşperdeyî bûn. Ew daxuyanî tawanên yekser li dijî destwerdanên dewleta Tirk bûn.

Gerînendeyê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em nikarin pişta xwe bidin vê lûtkeyê yan jî ji bilî wê ku ten li berjewendiyên xwe digerin. Ji ber dûrxistina Kurd û hêzên demokratîk li Sûriyê û Iraqê di çi nîqaşên ji bo herêmê ne çareserî ye. Divê çareserî bi beşdarbûna tevahî aliyên aktîf ên li ser erdê pêkan be. "

(fr)