Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlanê didome

Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6'emîn di roja duyemîn de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan didome.

Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlanê didome
Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlanê didome
Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlanê didome
2 îlon, 2021   18:45
QAMIŞLO

Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6'emîn bi diruşma "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan di roja duyemîn de berdewam dike. Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk ve hatiye lidarxistin.

Di roja duyemîn de bi sedan zarok û malbatên wan ên  ji Girkê Legê û gundên girêdayî wê amade bûn.

Koma Aştiyê ya Til Koçerê şano û stran pêkşkêş kirin, Koma Şehîd Dîlan a govendê ya ji Amûdê, Koma Kulîlkên Kurdistanê ya  stranan a ji Dêrikê, Koma Emel a şano ya ji Til Hemîsê, hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Deha a govendê ya ji Cezayê, Koma Şehîd Dilgeş a ji Tirbespiyê û Koma Şehîd Viyan a ji Maşûq û Koma Abirî stran pêşkêş kirin.

Çalakiyên roja duyemîn a mîhrîcanê bi stranên Koma Zarokên Girbawî bi dawî bûn.

ANHA