​​​​​​​Mala Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Mala Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava êrişên dewleta Tirk ên li ser kampa Qadiya şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike da ku êrişên li dijî Kurdan rawestîne.

​​​​​​​Mala Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
2 îlon, 2021   12:05
HELEB

Bi sedan welatiyên êzidî û nûnerên saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêşiya Mala Êzidiyan kom bûn û daxuyaniyek da.

Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Êzidî li Rojava Newroz Ado û endama Mala Êzidiyan Avaşîn Misto daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrişên artêşa Tirk zêde dibin. Armanca wan tenê ew e ku sivîlan qetil bikin.

Tevî zehmetiyên ku sivîl dibînin, lê dewleta Tirk wan topbaran dike, koçber dike û dikuje. Tu gunehê wan tune ye û ew di kampan de ne. Li her deverê Kurd bûne armanca wan a sereke. Hemû komplo û planên qirêj ji me re eşkere bûne û projeya me ya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş ji wan re bûye kabûs.

Em êrişên li dijî şêniyên di kampan de şermezar dikin. Em bang li tevahî cîhan, rêxistinên mafên mirovan dikin ku êrişên li dijî wan rawestîne."

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N8mnNZVKO2g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>