Rojnameyên erebî: Li Derayê agirbesta demkî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa agirbesta demkî ya li Derayê û rewşa Lîbya û Efganistanê kir.

Rojnameyên erebî: Li Derayê agirbesta demkî
2 îlon, 2021   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI BO ÇARESERIYEKE GIŞTÎ Û KOÇBERKIRINA MUXALÎFAN, LI DERAYÊ AGIRBESTA DEMKÎ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa agirbesta demkî ya bi navbeynkariya Rûsyayê ya li Derayê kir û wiha nivîsî: “Çavkaniyekî ji komîteyên navendî yên Derayê, têketina hêzên hikumeta Sûriyê û belavbûna wan li taxên Derayê, derewand. Ev yek hemwextî ragihandina agirbesteke demkî heta 3 rojan pêk hat ku wê muxalîf ber bi bakurê Sûriyê ve werin koçberkirin.”

Peymana ku şeva sêşem-çarşemê li serê li hev kirine, ket meriyete. Li gorî peymanê, dê hêzên girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên ji Lîwaya 8`an (a desteka xwe ji Rûsyayê digire) bikevin bajêr da ku agirbestê mayînde bikin û 3 nuqteyên leşkerî yên demkî li başûrê Dera El-Beled bêyî derbasbûna hêzên hikumetê, ava bikin. Li gorî peymanê her wiha, dê rewşa 34 kesên din were çareserkirin û dê ew kes çekên xwe li Dera El-Beled, rêya Sed û Muxeyemet radest bikin û kesên ku naxwazin rewşên xwe çareser bikin wê ber bi bakurê Sûriyê ve werin koçbekirin.

Çavkaniyekî ji eniya başûr a girêdayî arêtşa azad a Sûriyê ya muxalîf pêşbîn kir ku hêzên hikumeta Sûriyê bendên peymana Derayê pêk naynin û got “hêzên hikumetê bihaneyan derdixin da ku peymanan pêk neynin.”

Çalakvanên ji Derayê jî diyar kir ku hin bendên peymanê ji bo kesên biyanî yên li bajêr hene û wiha dewam kir: “Ew kesên xwedî meylên radîkal, eger hebin, dê bên koçberkirin. Ger qebûl nekin jî dê werin dorpêçkirin. Hemû aliyan û di nav de nûnerên komîteya danûstandinan a Dera El-Beled, rêya Sed û Muxeyemet, li ser vê yekê li hev kirine. Divê şêniyên bajêr ên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin, rewşên xwe çareser bikin û çekên xwe yên giran û navîn radest bikin.”

‘CARA YEKÊ YE KONGREYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO LÎBYAYÊ TÊ LIDARXISTIN’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî Lîbyayê, di nivîseke xwe de wiha da zanîn: “Lîbya amadekariyan dike ku yekemîn kongreya navneteweyî ya taybet bi aloziya Lîbyayê û di bin rêveberiya wê de, di dawiya Îlonê de li dar bixe. Dê welatên girîngiyê didin dosyaya Lîbyayê, her wiha yên beşdarî kongrayên yekemîn û duyemîn yên Berlînê bûne, NY, Yekitiya Ereban, Yekitiya Ewropayê (YE) û Yekitiya Afrîkayê, beşdarî kongreyê bibin.

Ji 2011`an ve, dê ev kongreya yekemîn be ku Lîbya bi rê  ve dibe û çavdêriya wê dike. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê, dê kongre ji bo aktîfkirina însiyatîfa îstiqrarê ya Lîbyayê û pêkanîna bendên wê were lidarxistin ku hikumeta yekitiya nîştimanî ew însiyatîf di Kongreya Berlînê ya duyemîn de derxistibû. Her wiha di kongrayê de dê mekanîzmayên diyar û pratîk ji bo pêkanîna bendên kongreyên Berlînê yên yekemîn û duyemîn û biryarên Meclisa Ewlehiyê yên bi hejmarên 2570 û 2571’an werin danîn.

Çav li rê ye ku kongre li hundirê Lîbyayê were lidarxistin. Çavkaniyan diyar kir ku dibe li bajarê Sirt were lidarxistin û bi wê yekê dê hemû aliyên nakok beşdarî wê bibin.”

‘YEKITIYA EWROPAYÊ JI BER PÊLA KOÇBERIYA JI EFGANISTNAÊ DI REWŞEKE NEBAŞ DE YE’

Rojnameya El-Ereb jî îro behsa rewşa Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Yekitiya Ewropayê (YE) hewl dide bigihêje lihevkirinekê li gel welatên cîranên Efganistanê der barê pêşwazîkirina penaberên Efgan ên ji ber Talîbanê direvin. Ev yek asta metirsî û tevliheviya li Yekitiya Ewropayê piştî vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê, nîşan dide.

Hin rayedarên payebilind ên welatên Ewropayê bi awayekî eşkere dibêjin ku aloziya Efganistanê bal kişand ser pirsgirêkên di nava YE`yê de, di aliyê biryaran bi awayekî yekalî û dan û standina bi aloziyên bi vê rengî re bêyî şêwirên bi DYA`yê re.

Metirsiyên YE ne tenê ji ber derxistina mirovan ji Efganistanê ne, lê belê ew ji pêleke koçberiyê ya mezin ditirsin, nexasim ku welatiyên Efgan hîna ji ber hikumê Talîbanê direvin.

Çavdêr dibînin ku dosyaya koçberiyê herî zêde YE`yê aciz dike û wekî ku DYA`yê bidawîkirina şerê 20 salan li Efganistanê li wan ferz kir, dê pêşwazîkirina koçberên Efgan jî li wan bê ferzkirin.

Ji bo ku li hemberî wê yekê bisekine, YE hewl dide bi welatên cîranên Efganistanê re li hev bike da ku penaberên Efgan pêşwazî bikin, li hemberî ku YE wê piştgiriya pêwîst bide wan dewletan.”

(cx)