Ebdulwehab Xelef: Divê akademisyen rêbazên şerê taybet eşkere bikin

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulwehab Xelef bang li akademîsyenan kir ku rola ‎xwe di perwerdekirina civakê de li ser metirsiyên şerê taybet bilîzin û piştrast kir ‎ku hişyarî û vîn ji rêbazên herî bibandor ên li dijî şerê taybet in.

Ebdulwehab Xelef: Divê akademisyen rêbazên şerê taybet eşkere bikin
2 îlon, 2021   07:44
HESEKÊ

Dewleta Tirk rêbazên cuda yên şerê taybet di nav gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye de dimeşîne, ‎her wiha armanc dike ku fitneyê derxe, bawerî û vîna gel bişikîne û zihniyet û hestê civakê kontrol bike. ‎

Dewleta Tirk şerê taybet bi taybetî li ser jin û ciwanan dimeşîne û hewl dide ‎bi rêya teşwîqkirina koçberiyê û pêşxistina madeyên hişbirê wan kontrol bike.‎

Endamê Akademya Civaka Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê Ebdulwehab Xelef têkildarî wê yekê wiha got:" Di vê qonaxê de ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye ‎rastî êriş, sûc û komkujiyan tê, dewleta Tirk hovîtiya xwe ‎didomîne û rê û rêbazên nû yên şerê taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne û hewl dide ‎biratiya gelan û fikira neteweya demokratîk li herêmê têk bibe."‎

‛LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET TÊGIHIŞTIN Û ZANABÛN BINGEH E’

Xelef diyar kir ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî gelan bi rêya çapemeniyê dimeşîne da ku ‎tirs, nakokî û tevliheviyê di nava gel de belav bike.

Xelef destnîşan kir ku divê tevahî gelên herêmê ji vê şerê ku dewleta Tirk û ajanên wê li ‎herêmê dimeşînin, hişyar bin. Her wiha divê gel tê bigihîşe û li hember siyasetên dewleta Tirk bisekine. ‎

Xelef eşkere kir ku sekina li dijî şerê taybet ne tenê bi çek û şerê di eniyan li dijî dijmine de ye, ji ‎ber ku şerê taybet di nava gel de bi rê û rêbazan cuda tê kirin. Divê akademisyen xebatên li ser şerê taybet û danasîna wê di nava gel de eşkere bikin.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulwehab Xelef bang li tevahî çînên civakê kir ku gel ji aliyên fikirî û siyasî ve li ser bandorên şerê taybet eşkere bikin da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3xVoLy037Ks" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>