Şêniyên Minbicê bi boneya Roja Aştiyê meşek li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek li dar xist. Di meşê de sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gorên şehîdan li herêmên dagirkirî û sûcên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hatin şermezarkirin.

Şêniyên Minbicê bi boneya Roja Aştiyê meşek li dar xist
1 îlon, 2021   11:24
MINBIC

Şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Minbicê li Çerxerêya Şehîdan kom bûn û tev li meşê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ve hate lidarxistin.

Di meşê de wêneyên şehîdan hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin.

Li Goristana Şehîdan meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan got: "Hebûna dewleta Tirk sedema kûrahiya aloziya Sûriyê ye. Dagirker dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xira bikin û vê yekê bi rêya topbarana li ser herêmê, pêk tîne."

Paşê cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûr El-Hamid jî got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin bêyî ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan helwestên xwe ji vê yekê re diyar bikin. Îro Roja Aştiyê ya Cîhanê ye lê dewleta Tirk tevliheviyê çêdike. Dewleta Tirk rêbazên qirêjî ji revandin, talankirina mal û milkan û vekirina goran, pêk tîne."

Her wiha endama Nivîsgeha Jinên Zenûbiya ya Minbicê Hena Tilcibînî jî ev tişt anî ziman: "Hûn behsa kîjan aştiyê dikin? Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane binpêkirin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne kirin û sûcan li dijî hemû gelan pêk tîne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rggY_-SA4p8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>